Êrîşê rojnamevan Sînan Aygul kirin
Parazvanên şaredarê AKP’î êrîşî Rojnamevan Aygul kirin. HDP'ê êrîşê şermezar kir û got, "Ji rojnamevanan bigerin!"
Parazvanên şaredarê AKP’î êrîşî Rojnamevan Aygul kirin. HDP'ê êrîşê şermezar kir û got, "Ji rojnamevanan bigerin!"
Rojnamevan Sînan Aygul ê demeke nelirêtî û firotinên erd ên şarederiyê dinivîse, rastî êrişa parazvanên Şaredarê Tetwanê yê AKP’î Emîn Geylanî hat. Aygul ê ji serê xwe û gelek beşên laşê xwe birînar bû, rakirin nexweşxaneyê.
Aygul, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ez gava din li Tetwanê rastî êrîşa parazvanên biçek ên Şaredar Mehmet Emîn Geylanî hatim. Kesên ji wesayîta aydê şaredariyê peya bûn û bi piştê ve li serê min xistin, xeber gotin û bi gotina ‘Heke tu careke din derbarê şaredar de binivîsî wê bisekitî’ gef li min xwarin. Niha min dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.”
HDP: JI ROJNAMEVANAN BIGERIN
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, êrîş şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Siyasetmedar pişta xwe bidin hêza desthilatê û êrîşên bi armanca kuştina rojnamevanên bi serbestî nûçeya çêdikin, teşwîq bikin, cihê şermê ye ji bo wan. Ji rojnamevanan bigerin!’’