Çeteyên Şaredarê AKP'yî Geylanî li Tetwanê terorê dikin

Şaredarê AKP'yî yê Tetwanê Geylanî bi rêya çeteyên ku li dora xwe kom kiriye, li Tetwanê terorê dike.

AKP û alîgirên wê, bi rêya çeteyên ku li Kurdistanê bi hêza dewletê ava kirine, êrîşî rojnamevanan û gel dikin malên gel pêşkêşî alîgirên xwe dikin.

Şaredarê Tetwanê yê AKP'yî Emîn Geylanî û rêveberên AKP'yî, malên şaredariyê yên mayinde bi rengekî bêrêtî firotin alîgirên xwe. Her wiha bi parêzvanên xwe yên çekdar êrîş bir ser rojnamevan Sînan Aygul ku nelirêtiya wan eşkere kir. Rojnamevan Aygul ku bi giranî birîndar bû, piştre rakirin nexweşxaneyê. Parêzvanên şaredar bi kuştinê gef li Aygul xwarin.

Ji ber nelirêtiya Emîn Geylanî ku serçete û mafya ye, encûmenên şaredariyê yên ji partiya wî jî neçar man îstifa bikin. Cezmî Taşdemîr û Nedîm Balkin ên ji AKP'ê endamên meclîsa şaredariya Tetwanê bûn, ji AKP'ê îstifa kirin.

Tevî ku Serokê AKP'ê yê Baskê Ciwanan ê Tetwanê Mûrat Eren li şaredariyê naxebite jî mafya Geylanî her meh bi rêk û pêk maeş dide wî.

Yek ji karên nelirê yê Geylanî ew e ku alîgirên xwe li şaredariyê dixebitîne. Ji pênc personelên bi peyman tevlî karê şaredariyê kiriye, sê ji wan xizmên siyasetmedarên AKP'yî ne.

Her wiha di Tîrmeha 2021'ê de 50 personelên bi rêya ÎŞKÛR'ê tevlî karê şaredariyê hatin kirin, xizmên nêzî şaredar û endamên meclîsa şaredariyê bûn.