Rojnamevan Berîvan Kûtlû ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser qanûna sansurê ya desthilatdariya AKP'ê û diyar kir ku ji bo bêdengkirina rojnamevanan timî doz têne vekirin, ceza têne birîn, serdegirtin çêdibin û got, "Tevî van hemûyan jî kevneşopiyeke berxwedanê heye. Kevneşopiya Çapemeniya Azad heye. Beşa muxalîf a medya Tirk heye. Dilsoziya bi vê kevneşopiyê re dewam dike. Hewldanên rojnamevanan dewam dikin ku li vê qadê dengê xwe bidin bihîstin, bibin dengê gel û gotina gel ragihînin."
Kûtlû got, "Tevî zextên giran jî berxwedanek hîn heye, Çapemeniya Azad dest jê bernade, hîn jî nûçeyan amade dike" û wiha dewam kir, "Li qadên bi ewlakariya taybet ku desthilatdariyê qedexe kiriye, têkildarî binpêkirina mafên mirovan hîn jî nûçe têne amadekirin. Em sansura desthilatdariya ya li ser çapemeniyê, qedexe û kiryarên li dijî çapemeniyê qebûl nakin. Li hemberî van kiryaran jî bi biryardarî dibêjin ku rojnamevantî sûc nîne, em rojnamevan in. Em zanin ku sedema van polîtîkayên desthilatdariyê ew e ku binpêkirinên mafên mirovan li nava raya giştî ya Tirkiye, Kurdistan û navneteweyî nayên bihîstin. Rastiyeke bi vî rengî heye; Çapemeniya Azad li gel têkoşîna xwe ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê di heman demê de li qada Ewropayê jî têdikoşe. Carna zextên gelekî giran têne kirin. Hin rojnamevan xwe ji nivîsandina hin tiştan vegirin jî hevalên li Ewropayê vê yekê dinivîsînin û dinirxînin. Hevalên li kevneşopiya çapemeniya azad zû bi zû paşve gavê navêjin. Yanî heval bên girtin jî dîsa bi rê û rêbazekê dinivîsînin. Niha 79 hevalên me girtî ne, tevî vê yekê jî pênûsa wan tê bikaranîn. Kevneşopiya Çapemeniya Azad karê xwe dewam dike. Hinceta girtina rojnamevanan nûçeyên wan e. Herî dawî di operasyonekê de ku ji Enqereyê destpê kir û hevalên ji Cotmehê û vir ve girtî ne, îdîanameyên li hemberî wan hemû nûçeyên li Ajansa Mezopotamyayê ne. Nûçeyên taybet û rûtîn ên hevalan hebûn. Kirin hincet û bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' pêşkêş dikin. Lê belê ya ku em dikin rojnamevantî ye."