Çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya CPT a Strasboûrgê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankîr ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Strasboûrgê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankîr ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Strasboûrgê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Çalakiya greva birçîbûnê ya roja Duşemê li pêşiya avahiya Konseya Pêşîlêgirtina Êşkencê ya Konseya Ewropa (CPT) hatibû lidarxistin bi dawî bû. Parlemeterên HDP’ê û hevşaredar jî tevlî çalakiyê bibûn.
Çalakiya ku 4 rojan bi daxwaza dibê CPT bi lezgîn biçe Îmraliyê hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
ENDAMÊN HEYETA NAVNETEWEYÎ JÎ TEVLÎ BÛN
Di çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxuyaniyekê hate dawîkirin de, endamên heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê, Parlemterên Ewropa, parêzvanên mafê mirovan û akademîsyen jî tevlî bûn. Parlemeterê Partiya Çep (Dîe Lînke) Andrej Hûnko, Endama Parlemetoya Konseya Ewropa Mîren Edûren Gorrotxategî, Parlemterê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçû, Nûsreyl Aydogan, Seroka Komîsyona Aştî û Edaletê ya Îngîltereyê Joe Ryan, Erkdarê Perwerdehiya Sosyolojî ya Zanîngeha Siyasetê Dr. Thomas Jeffery Mîley jî tevlî bûn.
Di daxuyaniyê de çalakiya ji bo azadiya Ocalan hate lidarxistin hate silavkirin û bêdengiya CPT’ê ya li hemberî tecîrda girankirî ya ku bi salan e li ser Rêbeêr Gelê Kurd tê kirin hate rexnekirin.
DIVÊ BI LEZÎN CPT LÊKOLÎNÊ PÊK BÎNE
Endamên heyetê bal kişand ser raman û felsefeya Ocalan a ji bo avakirina jiyaneke azad, îşaret bi wê yekê da ku helwestên welatên Ewropa şaş in.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê CPT bi lezîn bi Ocalna re hevdîtinê pêk bîne ji nû ve muzakere bide destpêkirin. Her wiha hate bibîrxistin ku çalakiyên ji bo Ocalan tên kirin di heman demê de ji bo piştgirîkirinê yê. Endamên heyetê banga lezgîn li CPT’ê kir ku di cih de hevdîtinê li gel Ocalan pêk bîne.
Piştî daxuyaniyê li ser navê çalakvanan jî nûnerê saziyên tevlî bûne bi kurtî mafê axaftinê girtin, anî ziman ku divê bi lezgîn hevdîtin bi Ocalan re pêk were. Nûnerên Saziyan gotin divê demildest CPT erka xwe bi cih bîne.