Çalakgerên greva birçîbûnê ji bo mîtînga Kolnê bang kirin
Greva birçîbûnê ya li bajarê Kolnê ku ji bo azadiya Ocalan pêk tê, kete roja dawî. Ji bo mîtînga girseyî banga tevlîbûnê hate kirin.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Kolnê ku ji bo azadiya Ocalan pêk tê, kete roja dawî. Ji bo mîtînga girseyî banga tevlîbûnê hate kirin.
Kurdistaniyên li eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) a Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev sê roj in di greva birçîbûnê de ne.
Bi dehan kes, li ber pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re", li Rudolfplatzê ku li navenda bajêr e, çalakiya xwe didomînin.
Çalakger bi daxuyanî û belavokan balê dikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
'EM XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVIN'
Komîteya Amadekar a Greva Birçîbûnê destnîşan kir ku wê tecrîda li ser Ocalan ti carî qebûl nekin û ev bang kir: "Rêber Apo hatiye tecrîdkirin. Li dijî vê yekê bi xurtî li ber xwe dide û li ber êrîşan radibe. Divê em jî xwedî helwestekê bin ku hêjayî vê berxwedanê ye. Rêber Apo ji bo gelê Kurd sedema man û nemanê ye. Em zextên ku lê tên kirin şermezar dikin, qebûl nakin. Lewma weke Kurdistanî û dostên wan ên li NRW me dest bi greva birçîbûnê ya ji bo sê rojan kir. Çalakiyên me wê neqedin, wê bi reng û rêbazên cuda bidomin. Em ê greva xwe ya birçîbûnê vê êvarê bi mîtîngekê biqedînin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî mîtîngê bibe û zext û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar bike. Rêber Apo ziman, rûmet û nasnameya me ye. Ji ber vê yekê zexteke giran lê tê kirin. Ji bo xwedîderketina li Rêber Apo em îro saet 18:00 li Rudolfplatzê di mîtîngê de li hev bicivin."