9'emîn dozgerê dosyaya qetlîama Rihayê jî hat guhertin!

Dozgerê 9'emîn ku dosyaya lêpirsîna li nexweşxaneyê ya têkildarî komkujiya li ser Malbata Şenyaşar dişopîne jî hate guhertin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjîn û 2 kurên Dayîka Emîne Şenyaşar ji aliyê badîgardên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar bi birîndarî ji bûyerê rizgar bibû. Bi daxwaza edaletê Nobeta Edaletê ya ku Dayika Emîne û kurê wê Ferîd Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber edliyeya Rihayê destpê kirinî di roja xwe ya 548’an de didome.

Komkujiya ku Malbata Şenyaşar di heman rojê de pê re rû bi rû ma jî, weke “kargeh û nexweşxane” veguherî du dosyeyên cuda. Dosyaya di 2’ê Nîsana 2021’an de li ser êrîşên li cihê kar ên malbatê bi dawî bû û Fadil Şenyaşar ê ku di bûyerê de 2 bira û bavê xwe winda kir 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Cezayê ku li Fadil Şenyaşar ê ku zêdeyî 4 sal in li Girtîgeha Elezîzê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, di pêvajoya îstînafê de ye.

10. DOZGER ANÎN

Di demekê de ku lingê dadgeha herêmî ya derbarê cihê kar de temam dibe, di dosyaya lêpirsîna Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya ku di esasê de qetlîam li wir hat kirin de zêdetirî 4 sal in “biryara nepenîtiyê” heye. Esvet Şenyaşar û kurên wê Adil û Celal Şenyaşar li nexweşxaneya ku rayedarên dewletê (wezîr, walî, midûrê emniyetê, qeymeqam û polîs) lê amade bûn, hatin qetilkirin. Hat îdiakirin ku piştî qetlîamê kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê hatine dizîn. Di 22’ê Nîsana 2022’an de, bi qasî 4 sal piştî bûyerê, ji ber têkoşîna edaletê ya malbatê nîşan dayî û bûyerên li nexweşxaneyê qewimîn, di nav de birayê Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz bi giştî 4 kes hatin girtin. Ferît Şenyaşar û parêzerê wan Bûlent Dûran ku duh xwestin di derbarê geşedanên dosyayê de agahiyê bigirin, hat zanîn ku dozgerê dosyayê cara 10’emîn hatiye guhertin. Bi vî awayî di dosyaya lêpirsînê de ev bû 10'emîn guhertina dozgeriyê ku ev zêdeyî 4 sal in veneguheriye dozê.

Malbatê di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de Wezîrê Dadê yê Tirk Bekîr Bozdag etîket kir û got, “Dadgeha Rihayê berdewame ku derbasê dîrokê bibe. Li saziya dewletê li ber kamerayan sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Dozgerê dosyaya 9'emîn ku dosya bi rê ve dibir çû. Dozgerê 10. hat. Di derbarê dozê de biryara nepenîtiyê dewam dike.”