Rûniştina doza KCK'ê ku li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Sîlîvriyê pêk tê û 140 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin di roja 8'an de bi astengiyên leşkeran dest pê kir. Leşkeran temaşevan hilnedan salonê û leşkeran bi bi cilên robocop salon dorpêç kir. Destûr nedan xizmên girtiyan jî.
8'emîn rûniştina doza sereke ya 140 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd ya di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi rageşiya leşkeran dest pê kir.
Di rûniştinê de parêzer bi karta baroyê hilnegirtin hundirê salonê. Girtî di bin dorpêça leşkerên bi robocop de anîn salonê. Dîsa leşkeran derdora salonê pêça û temaşevan û xizmen girtiyan negirtihn hudirê salonê. Leşkeran li derdora salone reşwa awarte îlan kirin. Leşkeran welatî û xizmên girtiyan asteng kirin û destûr nadin ku xizmên girtiyan derbasî hewşa dadgehê jî bibin. Malbat li hemberi barîkata leşkeran sekna xwe berdewam dikin.