7’emîn rûniştina Doza KCK’ê dest pê kir

7’emîn rûniştina Doza KCK’ê dest pê kir

7emîn rûniştina doza KCK’ê ya Stenbolê ya ku 205 siyasetmedar, akademîsyen û xwendekarên Kurd jê tên darizanadin dest pê kir.

Di rûniştina dozê ya li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Sîlîrvîryê, de ji bilî Mustefa Keleolgu hemû bersucên girtî amad ebûn.

ŞANDEYA NAVNETEWEYÎ DOZÊ DIŞOPÎNE

Tevî xizmên girtiyan, ji Weqfa Russel a Îngilîstanê Tomy Simpson, ji CEOSI’ya Spanyayê Paloma Valverde, ji Zanîngeha Brukselê Prof. Patrick Deboosere û, ji Dibistana Aborî ya Londonê Alîkar. Doç. Ayça Çubuklu û Alîkara Hevserokên BDP’ê Fîlîz Koçalî dozê dişopînin.