6’emîn rûniştina doza KCK’ê ya ku 205 siyasetmedar, rewşembîr, akademîsyen û xwendekarên Kurd jê tê darizandin bi dawî bû. Rûniştina din dê roja pênçşemê bidome.
Rûniştina doza KCK’ê ya li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Sîlîvrîyê pêk hat, bi dawî bû. Bêjerên (spîker) TRT’ê xwendina îddîanameyê berdewam kirin û ji rûpela 248 heta 326 hatin xwendin.
Serokê Dîwana Dadgehê Alî Açlik rûniştina dozê ya îro bi dawî kir û diyar kir ku dê rûniştina piştî wê di 12’ê tîrmehê roja pênşemê de pêk bê.