Li navçeya Polatli ya Enqereyê kesên ku xwe bigundiyan weke îstîxbaratvan dayî naskirin û piştre bi îxbara kesên li xezînan digerin hatin gilî kirin, bi fermana Dozgeriya Komarê yekîneyên Fermandariya Cendirmeyan ya navçeya Polatliyê ketin tevgerê û 4 Serbaz li ser sûc hatin girtin.
Li gorî agahiyan, li ser îxbara gundiyan cendirmeyan bioperasyonekê li ser koma ku bi makîneyên kar herêma SÎT ya li qada Kizildîkmen ya gundê Yenîkoselerê kolan dikirin girtin û 3 kes girtin.
4 kesên ku ji cihê bûyerê jî reviyan, di encama peyketinê de hatin girtin. Hate diyarkirin ku, kesên hatine girtin Serbaz Ahmet A, Mehmet Y, Riza G û Coşkûn D yên ku erkdarin di operasyona hatî duristkirin de.
4 Serbazên hatin binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê.