Gerîlayên HPG’ê Nebî Sinir (Kawa Amed), Reşat Ari (Kamûran Penabar), Selman Elîş (Karker Cigerxwîn) û Abdulganî Akbûlût (Rêber Bagok) ên li navçeya Hezex a Şirnexê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan li bajarê Swêd Obreroyê hatin bîranîn.
Kurdistaniyên li bajarên Stockholm, Uppsala, Karlstad, Borlänge û Västerås jî beşdarî merasima bîranînê bûn. Merasim bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Serokê Meclîsa Gel a Swêdê Sehadîn Kurd behsa têkoşîna 4 gerîlayên li navçeya Hezexa Şirnexê jiyana xwe ji dest dane kir. Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo jiholêrakirina gelê Kurd serî li hemû rê û rêbazên ne exlaqî dide û got ku tu hêzek nikare gerîlayên ku hêza xwe ji gelê xwe werdigirin têk bibe. Kurd diyar kir gelê Kurd li hemberî zext, komkujîyên ji aliyê dewleta Tirk, li derdora Rêberê Gelê Kurd dest didin destên hev û têkoşîna xwe xurt dikin.
Di civîna gel a ku Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn de, birayê Abdulganî Akbûlût axivî. Diyar kir ku birayê wî ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd şehîd bûye û ragihand ku ew bi vê yekê serbilind e. Her wiha got ku ew ê her tim li ser rêya birayê xwe û hevalên wî bimeşin.