BI DÎMEN

4'ê Nîsanê li Adigeyê hat pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Adigeyê bi çalakiyeke girseyî hat pîrozkirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Adigeyê bi çalakiyeke girseyî hat pîrozkirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyeke girseyî pîroz kirin. Kurdistaniyên li ber avahiya Otonomiya Çandî ya Kurdan a Agirî li hev civiyan, ber bi cihê pîrozbahiyê ve meşiyan. Di meşê de posterên Ocalan, alên PKK û KJK'ê hatin hilgirtin û pankartên ku tecrîda li ser Ocalan şermerzar dikin, vekirin.

Pîrozbahiyê li salona Çandê ya Adigeyê Bîjdoxable'yê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre sîevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîşandan.

Hevseroka Otonomiya Çandî ya Kurd a Agirî Sînem Broyev li ser wate û girîngiya rojê axivî û got, "Ocalan ji bo me ne tenê Serok e, di heman demê de hevrê ye, mamosteyê jiyanê ye. Lewma em glek tiştan deyndarê Rêberê Gelê Kurd APO ne. Bi taybetî divê jin û ciwan hîn bêhtir ji bo Ocalan bixebitin û têbikoşin.

Di çalakiyê de pasta rojbûnê ya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan  ji aliyê zarokan ve hat jêkirin. Dûre hunermend Berfîn Mamedova, Aynûr û hunermendên xwecihî derketin ser dikê. Pîrozbahiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.