Nobeta bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg a Franseyê di 25’ê hezîranê de hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 36’emîn de ye.
Çalakiya nobetê ya ji aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî li ber Konseya Ewropayê hatiye destpêkirin, ji aliyê komek din ve dewr hate girtin. Her car komek 5 kesî ji welatek cûda yê Ewropayê tê û li ber KE’yê 7 rojan nobetê digirin.
Vê duşemê jî 5 Kurdên ji bajarê Freiburg ê Almanyayê hatibûn nobetê dewr girtin. Ji çalakgeran Menîce Ergîn got; “Azadiya Rêbertiya me tê wateya azzadiya Kurdistanê. Em weke gelê Kurd, azadiya rêbertiya xwe weke azadiya xwe dibînin.”
Di nava çalakgeran de Kurdek ji Rojavayê Kurdistanê jî heye. Serokê Komeleya Kurdan a Freiburgê Huseyîn Korkmaz jî di çalakiyê de cih girt û diyar kir ku ew jî beşdarî meşa bi sedan kîmlomtre di zivistanê de ji bo azadiya Ocalan hatibû destpêkirin bûye û got; “Niha jî li vi rim. Ji bo azadiya hemû gelê me yê Kurdistanê em ê têbikoşin.”