Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hincetên wekî; "keştî xirabe ye", "ba û bahoz heye" 346 rojin nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriya komarê ya Bûrsa û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê dan. Rêveberiya girtîgehê dîsa bi hinceta ku "keştî xirabe ye" hevdîtin asteng kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ango ev 346 rojin ji bo bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî lê didin, lê her car bi hincetên wekî; "keştî xirabe ye", "ba û bahoz heye" û "keştî ji tehmîrê zivirî lê ewraq kêmin" hevdîtin tên astengkirin.