Li Kampa Granînge, piraniya wan ji Sûriyeyê 111 penaber dimînin. Li vê kampa ku heta roja îro rewş aram bû, wezîfedarekî kampê li ser hesabê xwe yê Facebookê cih da nûçeyek ku PKK'ê bi 'terorîstiyê' sûcdar dike û vê yekê rê li ber tevlîheviyê vekir. 10 jê zarok 20 Kurdên li vê kampê diman, nerazîbûn nîşanî vê sûcdariya li PKK'ê tê kirin dan û kamp terikandin.
Kurdên penaber ên niha li cem kesekî bi dildarî li kampê dixebite dimînin gotin, PKK 'terorîst' nîne û xwestin, li hemberî vî kesê sûcdarî li PKK'ê kiriye, ya pêwîst bê kirin.
Berpiryar kampê Kavîna Thorslûnd bibîr xist ku Kurd di nava rewşeke şer de ne û anî ziman ku xebatkarekî kampê ji ber ku mijareke gelekî hesas tev daye, rastî nerazîbûna Kurdan hatiye.
Thorslûnd diyar kir, mayîna Kurdan li mala kesekî din, çareseriyek ji bo demeke kurt e û da zanîn, wezîfedarê cih daye nûçeya ku PKK'ê weke rêxistina 'terorîst' nîşan dide, ji bo demekê li derveyî kar hatiye hiştin. Thorslûnd ragihand, ji bo Kurdên kamp terikandine ji nû ve li kampê vegerin, wan dest bi diyalogê kirine.