Rejîma AKP’ê weke di her waran de, di warê girtina xwendekaran de jî Tirkiyeyê veguherand mezintirîn girtîgeha cîhanê. Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Dadê ya Tirk 2 hezar û 824 xwendekar di girtîgehan de ne.
Wezîrê Dadê yÊ Tirk Sadullah Ergîn bersiv da pêşniyarpirsa Parlementerê CHP’ê yê Manîsa Ozgur Ozel a der barê rewşa xwendekarên girtî de û diyar kir ku 2 hezar û 824 xwendekar di girtîgehan de ne.
Li gorî agahiyên Wezareta Dadê ya Tirk dane, ji 31’ê çileya 2012 ve bi giştî 2 hezar û 824 xwendekar di girtîgehan de ne. Ji vana 1778 girtî û 1046 jî hikûmxwarî ne. Ji xwendekarên hatine girtin 609 bi îdîaya “endamên rêxistina çekdar in” hatine girtin. Ji hikûmxwariyan jî 178 xwendekar bi heman îdîayê di girtîgehan de ne.
Rejîma AKP’ê weke di her waran de, di ware girtina xwendekaran de jî Tirkiyeyê veguherand mezintirîn girtîgeha cîhanê. Li gorî daneyên Înîsiyatîfa Piştgiriya Xwendekarên Girtî (TODÎ) zêdetirê 770 xwendekarên zanîngehê di girtîgehan de ne. Her wiha bi sedan xwendekarên dibistana amadeyî jî di girtîgehan de ne. Hincetên girtina xwendekaran jî wiha ne: pirtûk, lîmon, hêk, poşî, dirûşim, pankartên ji bo perwerdeya bê pere, û bi dehan hincetên din ên pûç û vala…
Di serdema rejîma AKP’ê de rêveberiyên zanîngehan jî weke midûriyetên emniyetan ên polîsan li dijî xwendekaran dest bi xebatan kirin. Bi hezaran xwendekar ketin ber lêpirsînan, ji dibistanan hatin dûrxistin û cezayê cûda li wan hatin birîn. Herî dawî, di tîrmehê de ceza li 80 xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demîrel ên ku komkujiya Roboskî ya ku 34 zarok û ciwanên Kurd têde hatin kuştin, protesto kirin, birî.