2 hezar û 225 zarok di girtîgehan de ne

2 hezar û 225 zarok di girtîgehan de ne

Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirk di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de 2 hezar û 225 zarok hene.

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn, bersiv da pêşniyarpirsekê û got ku li weltê 2 hezar û 225 zarokên girtî û hukumxwarî di girtîgehan de ne. Ji vana 397 hikûmxwarî û 1828 jî girtî ne. Hejmara zarokên keç ên di girtîgehan de 96 e.

Di girtîgehan de zarokên 12 salî 7 girtî; 13 salî 24 girtî, 1 yek jê hikûmxarî 25; 14 salî 88 girtî, 5 jê hikûmxwarî 93; 15 salî 294 girtî, 32 jê hikûmxwarî 326; 16 salî 540 girtî, 106 jê hikûmxwarî 646 û 17 salî 875 girtî, 253 jê hikûmxwarî 1128 zarok girtî ne.