Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirk di çarçoveya lêpirsîna di navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de 992 jê girtî, bi gist 2 hezar û 146 kes ji doza KCK’ê tên darizandin. Ji vana 274 kesên hatine hilbijartin in.
Wezîrê Dadê yê Tirk Sadûllah Ergîn bersiv da pêşniyarpirsa Parlementera Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ya Amedê Emîne Ayna û diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna KCK’ê de 113 doz hatine vekirin, ji vana 992 jê girtî, bi giştî 2 hezar û 146 kes jê tên darizandin. Ji vana 274 şaredar, keya, serokên partiya siyasî yên bajar û navçeyan, endamên meclîsê şaredariyan û parleneter hene.