15 girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Şakranê hatin kirin

Polîtîkayên sirgûnkirinê yên li hemberî girtiyên siyasî dewam dikin. 15 girtî ji Amed, Afyon û Antalyayê sirgûnî Îzmîrê hatin kirin.

Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî û siyasî, AKP polîtîkayên xwe yên sirgûnkirina girtiyên PKK û PAJK'î jî didomîne.

Piştî fîrara ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku nêzî meheke her bi sirgûnan di rojevê de ye, 11 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin. Herî dawî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyên bi navê Kamûran Parlak, Erkan Tamîr, Eyûp Adiguzel, Firat Îşgoren, Îrfan Emînoglû, Kadrî Guzhan, Mûrat Yildenîz, Omer Mûtlû, Sadik Yontem, Servet Çetîn û Omer Akdag sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê hatin kirin. 

Girtiya bi navê Habûr Sadak a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dihat ragirtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê hat kirin. Sadaka ku 34 roj bû li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi tena serê xwe di hucreyê de bû, di 17'ê Adarê de ew sirgûnî Şakranê kirin. 

Li Afyonê di operasyonên qirkirina siyasî de Arzû Gezer, Zana Karabaga û Melîke Aktaş ên 2 hefte berê hatibûn girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê hatin kirin.