Pêngava 15’ê Tebaxê li Ewropayê bi çalakiyên cur bi cur tên pîrozkirin. Li bajarên Hagen a Almanyayê meş û li Dordmundê jî çalakiya bi karwanê wesayîtan pêk hat.
Li Hagenê duh êvarê saet di 19’an de li ber îstayona tren a Navendê bi sedan kes hatin cem hev û meşek pêk anîn. Di meşê de pankarta ‘ji Ocalan re azadî’ hate vekirin. Li navenda bajar belavokek bi almanî hate xwendin û çalakiya xwe li Komleya Çanda Kurd a Hagenê bi dawî kirin.
Endamê însiyatîfa ji bo Ocalan Felat Marînos li vir daxuyaniyek da û Fermandarê pêngava 15’ê Tebaxê Mahsum Korkmaz-Egît bi bîr anîn. Marînos wiha got: “Em îro bi vê mîrateyê berbi Kurdistana azad ve dimeşin. Salên ku niha em tê de salên Kurdistanê ne. Bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê Kurdistan û Rêbertiya xwe azad bikin.
Piştî axaftin û govendên hatin gerandin li Navenda Çanda Kurd xwarina fitarê hate dayîn.
Pîrozbahiyên din jî li bajarê Dortmundê pêk hatin. Çalakiya bi karwanek ku ji aliyê Navenda Çanda Kurdan ve hate organîzekirin de wesayît bi posterên Ocalan û alên PYD’ê hatin xemilandin û çalakiyê li bajarê Dortmundê ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît.