28’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Denmark Kopenhagê ji aliyê Kurdan ve hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiya li yek ji cadeyên herî qelebalix ên bajêr pêk hat de gelek Kurdistanî bi meşale û pankartên rengîn ve beşdar bûn.
Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hatin qêrîn. Girseyê li ber stranên Koma Dost û Hozan Fîngen govend gerand.
Şahiya Kurdan heta derengiya şevê berdewam kir.