15’ê Tebaxê li dehan bajaran bicoş hate pîroz kirin

15’ê Tebaxê li dehan bajaran bicoş hate pîroz kirin

28'emîn salvegera 15'ê tebaxê ku di pêşengiya Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) de li Dih û Şemzînanê di sala 1984'an de guleya yekemîn hate avêtin û şerê çekdarî hate destpêkirin, li gelek bajar û navçeyan ji aliyê hezaran kesan ve bi coşek mezin hate pîrozkirin. Li Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Colemêrg, Wan, Edene, Îzmîr Stenbol, Manîsa û gelek cihên din welatî derketin kolanan û bi şahî û meşaleyan 15'ê tebaxê pîroz kir. Her çend li gelek cihan polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxele kir jî welatiyan pîrozbahiyên xwe berdewam kirin.

ŞIRNEX

Li taxa Gazipaşa ya Şirnexê li gel rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê bi sedan kesan 15'ê tebaxê bi coşek mezin pîroz kir. Girsê li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê vekerin û fîşekên hewayî teqandin. Piştre Koma Azad konser da û welatî coşandin. Piştî muzikê koma meş pêk anî, lê polîsan xwe negirt û êrîşî girseyê kir. Komê jî bi kevir û molotofkokteylan bersîv da wan. Piştî demekê çalakî di nava kolanan de bi dawî bû.

POLÎSAN LI CIZÎRÊ DIK DESTESER KIR

Li navçeya Cizirê jî 15'ê Tebaxê dika ji bo pîrozbahiyê ji aliyê polîsan ve hate hilweşandin. Ji ber ku polîsan alavên dika pîrozbahiyê desteser kirin rageşî derket. Li ser vê yekê bi sedan ciwanên ku li taxa Nurê kom bûn, bi meş heta Qada Çarkendalê meşiyan û helwesta polîsan şermezar kir. Ciwanên ku xwestin bimeşin heta qada pîrozbahiyê di navbera wan û polîsan de alozî derket. Bi sedan welatiyên rastî astengiyên polîsan hatin bertekên xwe anîn ziman. Pevçûna demekê di nava kolanan de belav bû bi dawî bû. Li ser rêya Hezex Nisêbînê jî komek ciwan serê xwe rûpoş kirin û çalakî pêk anîn. Li vir jî kom rastî êrîşa polîsan hat û heta derengê şevê berdewam kir.

LI HEZEXÊ 15'Ê TEBAXÊ BI GIRSEYÎ HATE PÎROZKIRIN

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî 15'ê Tebaxê li Qada Newrozê ya taxa Atakentê hate pîrozkirin. Bi sedan kesên pîrozbahî pêk anîn, di derengê şevê de rastî êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê hat. Ji ber ku polîsan bi maşîneyên zirxî qad dorpêç kir ciwanan jî bi keviran bersiv da polîsan û heta derengê şevê berdewam kir. Li Navçeya Silopî ya Şirnexê jî koma li Başakê kom bû û xwest pîrozbahiyê pêk bîne rastî êrîşa polîsan hat. Koma xwest têkeve qada pîrozbahiyê rastî êrîşa polîsan hat û pevçûn derket. Komê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" berz kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê rakirin. Pevçûnê heta derengê şevê berdewam kir.

AMED

Rêxistina BDP'ê ya Bîsmîlê jî bi heman armancê şahiyek pêk anî. Şahî li taxa Altiokê pêk hat. Şaredara Bîsmîlê Cemile Emînoglu, Hevserokên BDP'a Bîsmîlê Nizamettin Azad û Yasemin Şehmusoglu, nûnerê MEYA-DER û gelek welatyên din amade bûn. Girsê di şahiya bi muzîk de bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. Li navçeya Farqînê jî 15'ê tebaxê bi govend û muzîkê hate pîrozkirin. Girseya li taxa Tekelê kom bû bi tevlêbûna rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl heta derengê şevê pîrozbahî hate lidarxistin.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbînê jî Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê li qada Newrozê şahî pêk anî. Di şahiyê de rêveberên BDP'ê şaredar û endamên meclîsa şaredariyê gelek welatî amade bûn. Girsê piştî şahiyê ji qada Newrozê heta Navenda Çanda Mîttanî meş pêk anî. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "PKK li vire" berz kirin.

Li Bajaroka Ewêna ya Stewrê jî di pêşengiya BDP'ê de bi tevlêbûna sedan kesan meşa bi meşaleyî hate lidarxistin.

ÊLIH

Li Êlihê jî Rêxistina BDP'ê li Qada Koçerlerê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, rêveberen BDP'ê, wekîlên şaredar û endamên meclîsa şaredariyê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Şahiyê bi govend û fîşekên hewaşî heta derengê şevê berdewam kir.

Girsê navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi agir nivîsandin û di lehê PKK'ê û Ocalan de dirûşme berz kirin. Di şahiyê de parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, li ser wate û girîngiya 15'ê Tebaxê axivî û diyar kir ku, ev roj ji bo Kurd û tirkan rojek dîrokî ye. Tuncel tecrîd şermezar kir û anî ziman ku, rêya çareseriyê Îmralî û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê ji ber 15'ê tebaxê polîsan li gelek tax û kolanan tedbîrên mezin stendin. Li gelek cihan nasname kontrol kirin. Li gel tedbîrên polîsan li taxên Kişla, Selahattin Eyyubî, Hurriyet, Yenî û taxa Şirnexê 15'ê Tebaxê bi fîşekên hewayî hate pîrozkirin.

EDENE

Li navçeya Seyhan ya Edenyê jî girseya ku li taxa Ova ya Şakirpaşa kom bû şahî pêk anî. Girseya ku şahî pêk anî, bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bez kirin. Şahiyê bi muzikê heta derengê şevê berdewam kir.

Li taxên Daglioglu, Denîzlî , Anadolu yên Yuregîrê û Çukurova, Hurriyet û Guney Kuşagi jî bi sedan kesên kom bûn bi xwepêşandanan 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Polîsan li taxan tedbîrên gelek mezin standin.

ÎZMÎR

Li Îzmirê jî rêxistina BDP'ê ya Menemenê xwarina fitaran da û piştî xwarinê li taxa Asarlikê meş pêk anî. Girsê 15'ê tebaxê bi govend û fîşekên hewayî pîroz kir. Di şahiyê de parlementerên BDP'ê, rêveberên BDP'ê û bi sedan welatî amade bûn. Dema fîşekên hewayî hatin avêtin bi sedan welatî bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" berz kir.

MANÎSA

Rêxistina BDP'ê ya Manîsa û Turgutlu jî bi şahî û fişekên hewayî 15'ê Tebaxê pîroz kir. Li taxên Fevzi Çakmak û Nurlu yên navenda Manisayê welatî û Parmementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan şahiyek pêk anîn. Di şahiyê te Altan Tan li ser girîngiya 15'ê Tebaxê û rojevê axaftnin kir. Li navçeya Turgutlu jî koma li Salona Konferansê ya Musa Anter kom bûn şahiyek pêk anî.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî bi beşdariya Parlementerên BDP'ê şaredar û rêveberên BDP'ê bi girseyî 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Egîd, alên PKK'ê hatin vekirin. Piştî axaftinan koma Navenda Çand û Hunerê ya Feqîyê Teyran stran gotin. Şahiyê heta derengê şevê berdewam kir. Piştî şahiyê girseyað ku xwest bimeşe rastî mudaxaleya polîsan hat û bûyer derketin. Bûyer heta derengê şevê berdewam kirin.

Li navçeya Şemzînanê jî li taxên Karşıyaka û Moda şahî hatin lidarxistin. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî bi coş û heyecanek mezin şahî hate lidarxistin.

Li navçeya Elbaka Wanê jî girseya ku li ber Peykerê Ataturk kom bû şahiyek pêk anî. Şahî heta derengê şevê pêk hat û berdewam kir. D şahiyê de rêveberên BDP'ê, şaredar û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Şahî bi meşa heta ber avahiya BDP'ê bi dawî bû.

STENBOL

15'ê Tebaxê li navçeyên Beyoglu, Ataşehîr, Sultanbeylî, Esenler, Bagcilar, Esenyurt, Başakşehîr, Kuçukçekmece yên Stenbolê bi tevlêbûna hezaran kesan bi girseyî hate pîrozkirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî tedbîrên gelek mezin girtin.

Li Beyogluyê pîrozbahi li qada Okmeydani Parka Fatma Girikê, li Ataşehîrê li Parka Pir Sultan Abdalê, li Sultanbeyliyê li Taxa Hamidiye, li navçeya Kuçukçekmeceyê li taxa Kanarya bi girseyî hate pîrozkirin. Li vir jî alên PKK'ê posterên Ocalan hatin bilinkirin û dirûşme hatin berzkirin. Dîsa rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.