1’ê Gulanê: Roja ked û berxwedanê

Di bin şert û mercên giran, bêewleyî û dermirovî de bi dehan karker, nikaribûn ji sibehan û heta êvaran bixebitiyana. Diviyabû ku ‘rêzik, rêbaz û rêgezên diyar ên kar û xebatê’ hebûna.

Karker, berê di tevn û dezgehên biçûk ên hilberînê de, bi hejmareke kêm a ku bi çend kedkaran bisînorkirîbû, dixebitîn. Lê bi vebûna îmalatxane û kargehên mezin û navendî, roj bi roj ragihandineke cuda di navbera kedkar û karkeran de diafirî û têkiliya navbera kedkaran teşeyeke nû digirt ku hişmendî û bîrdoziyeke çînî û gelemperî diafirand. Xebateke di asta koletiyê de, di hawireke teng û biçûk de ku her gav di bin venêrîna karsaz de dimeşe, belkî li pêşiya hevgirtina 3-4 karkeran bibe asteng û bibe sedema bêdengiya wan. Lê êdî war û wargehên xebatê jî diguherîn. Dijwariya mercên xebatê bi dehan karkerên ku bi hev re di bin darê karsazan de dixebitîn; bi ber hevgirtin, piştevanî û afirandina helwesteke hevpar ve beralî dikir. Êdî hêdî hêdî helwesteke çînî ku hêza xwe ji hilberîneriyê werdigirt, diafirî. Hevgirtin, feraset, bîrdozî û beralîbûneke siyaseta çînî ya karkeran li Ewropa û Cîhanê asoyên welatan dipêça, wek bayekî xwebaweriyê di nav dik û dezgehên xebatê de digeriya û her wiha dibû çavkaniya bablîsoka mejî.

Bi veguherîna tevn û dezgehên hilberîne, ji sedsala 16’an vir de pergala aborî û bazirganiyê bi ber navendîbûnê ve beralî dibû, îmalatxane û fabrîkayên mezin vedibûn ku her yekê bi dehan karker dixebitandin. Stûnên civaka feodal gav bi gav hildiweşiyan; jiyan bi ber hilberîn û bazareke neteweyî, dewlet bi ber reveberiyeke navendî û civak bi ber dirûveke yekrengî ve dibeziya. Di bin şerd û mercên giran, bêewleyî û dermirovî de bi dehan karker, nikaribûn ji sibehan û heta êvaran bixebitiyana. Diviyabû ku ‘rêzik, rêbaz û rêgezên diyar ên kar û xebatê’ hebana.

BÎRDOZIYA PROLETARYAYÊ; MANÎFESTOYA KOMUNÎST

Di serê sedsala 19’emîn de, êdî nîşaneyên hêzeke dînamîk, mezin û bandorker bi hewldanên bidestxistina pêşengiya civakê, dihat dîtin. Dînamîkeke nû, bi gav û pêngavên bi heybet, bi ber dika siyasetê ve dimeşiya. Tekane kêmasî; tunebûna rêbaz û rêgezên vê meşê bûn. Bawerî hebû, lê bîrdoziyeke nivîskî û diyarkirî ya ku ji rêgez û rêbazên çîna karker a ku bi têgihîştineke komî û çînî hatiye xêzkirin, kêm bû. Di sala 1847’an de ev kêmasî jî ji aliyê fîlozofên alman Karl Marx û Frîedrîch Engels ve hat temamkirin. Marx û Engels pirtûka bi navê Manîfestoya Komunîst nivîsand. Di vê pirtûkê de teşedana bîr, bawerî, rêgez û rêbazên çîna karker û kedkaran nîşan dan û kedkar û karkerên cîhanê wekî ‘proletarya’ bi nav kirin. Proletarya; karker û kedkarên ku ji xebatê pê ve, ji frotina keda xwe pê ve, di dest wan de tu derfetên din ên jiyanê tune bûn, êdî xwediyê manîfestoyeke çînî bûn ku deriyê dewlet û desthilatdariyê heta dawiyê li ber wan vedikir.

Di qada navneteweyî de ji ber ku çîna sermayedar (bûrjûvazî) bi feraseta netewperestiyê û bi şerkariyê têkiliyên di navbera karkerên cîhanê de qels û lawaz xistibûn û cih bi cih jî, ji hev qut kiribûn; pêdivî bi însiyatîfeke navneteweyî (enternasyonal) hebû. Bi hêviya ku vê valahiyê dagire, di sala 1864’an de ji bo ku di navbera karkerên cîhanê de hevgirtin, şêwr, piştevanî û koordînasyoneke navneteweyî pêk bîne, Yekîtiya Kedkarên Cîhanê (Yekemîn Enternasyonal) hat avakirin û heta sala 1876’an xebitî. Duyemîn Enternasyonal di sala 1889’an de hat avakirin û heta 1916’an xebata xwe berdewam kir. Di vê serdemê de ligel biryara 1’ê Gulanê, biryara 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jî ji aliyê Duyemîn Enternasyonalê ve hatiye wergirtin. Lê Enternasyonalê li dijî Yekemîn Şerê Cîhanê, di navbera partiyên sosyalîst û komunîst de hişmendiyeke hevpar neafirand, şerê emperyalîst bi wêrekî red nekir. Di pêvajoya şer de hinek partî li dû hikumetên xwe û bi feraseta neteweyî tevgeriyan.

Bi kurtasî ji ber dubendî û nakokiyên ku di navbera partiyan de li ser mijarên bîrdozî û siyaseta têkildarî şerê cîhanê rû dabûn nehatin çareserkirin, di sala 1916’an de 2. Enternasyonal hat betalkirin. Bi belavbûna Duyemîn Enternasyonalê, Komîntern (ango Enternasyonala Komunîst) hat avakirin û heta sala 1943’yan xebatên xwe domand. Di pêvajoya Duyemîn Şerê Cîhanê de, di navbera partiyên sosyalîst û komunîst de, careke din dubendiyeke bîrdozî û siyasî rûda. Êdî Yekitiya Sowyetan bi şêwazeke giran dihat rexnekirin û wekî dewleteke tehekumker û kapîtalîst a burokratîk dihat sûcdarkirin. Pirsgirêkên navbera hêmanên Komînternê jî çareser nebûn û di sala 1943’yan de xebatên Komînternê hatin bidawîkirin.

LI CÎHANÊ 1’Ê GULANÊ

Têgihîştin û teşegirtineke çînî ya karkeran di sedsala 19’an de, êdî di her warên jiyanê de xwe dida der. Karkerên ku ji ber zext û zora li kargehan tengezar dibûn, bi meş û mîtîngên girseyî karsaz şermezar dikirin û roj bi roj doza maf û muktesebata xwe bilind dikirin.

Çalakiyên ku di sala 1856’an de bi armanca ku ‘doma xebata rojane’ bi 8 saetan bê sînorkirin, li bajarê Malbourne yê Avustralyayê ji aliyê karkerên avadanî û keviran ve pêk hatin, wekî pêngava yekemîn a berxwedana girseyî ya karkeran tê binavkirin. Karker heta avahiya Parlamentoyê meşiyane. Sal bi sal pêla berxwedana proletaryayê bilind bûye û li cîhanê belav bûye. Di 1’ê gulana 1886’an de bi armanca ku 18 saetên xebata rojane dakeve 8’an, bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Amerîkayê li bajarê Chîcago meş û mîtîngeke bi heybet tê lidarxistin.

Li bajarê Lûîzvîlê bi hezaran karkerên reşik û spî, bi hev re ketin Parka Neteweyî ku têketina parkan li reşikan hatibû qedexekirin. Di Duyemîn Enternasyonalê de sala 1889’an 1’ê Gulanê wekî “Roja yekitî, piştevanî û têkoşînê” hat pejirandin. Ew roj ev roj e ku 1’ê Gulanê ji aliyê tevahiya karker û kedkarên cîhanê ve li qada navneteweyî wekî “1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê” tê pîrozkirin. Berxwedana karker û kedkaran li cîhanê encam wergirt, doma xebata rojane bi 8 saetan hat sînordarkirin. Ji aliyê gelek dewletên girîng ve, 1’ê Gulanê wekî Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê hat naskirin. Îro li gelek dewletan bi beşdariya sed hezaran 1’ê Gulanê tê pîrozkirin û wekî betlaneya fermî tê qebûlkirin.

LI ÎMPARATORIYA OSMANÎ 1’Ê GULANÊ

Ji salên 1880’yî pê ve hinek karkerên Împaratoriya Osmanî jî, li navendên wekî Stenbol û Îzmîrê bi awayekî lawaz be jî daxuyanî dane, 1’ê Gulanê wekî roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê pîroz kirine û belavok belav kirine. Di danezanên 1’ê Gulana 1906’an de işaret bi girîngiya beşdarbûna meş û civînên ‘Roja Karker û Kedkarên Cîhanê’ kirine. Di sala 1909’an de, li bajarên wekî Uskup û Selanîkê jî bi beşdariya kedkarên Rûm, Ermen, Tirk, Cihû û Bûlgar ve 1’ê Gulanê hatiye pîrozkirin. Di belavokên karkeran de ligel pîrozkirina rojê, daxwaza ‘ji bo herkesî mafên bijartin û hilbijartinê û ji bo parastina kedê derxistina qanûnên nû’ hatine xwestin. Di sala 1910’an de li Selanîkê xebatkarên pembo, titûn û bêndergehên keştiyan 1’ê Gulanê pîroz kirin. Di 1911’an de li heman cihî li derdora 7 hezar kedkar civiyan, çalakvanan peyamên xwe bi tevahiya zimanên ku li Selanîkê dihatin bikaranîn, ragihandin. Di sala 1912’an de li Stenbolê 1’ê Gulanê yekemîn car bi girseyî hat pîrozkirin, careke din ‘mafê bijartin û hilbijartinê, guherandina qanûna grevê, ji bo parastina kedê derxistana qanûnên nû’ hatin xwestin. 1’ê Gulanê li Selanîkê jî bi girseyî hat pîrozkirin.

Di wê serdemê de bi awayekî girseyî pîrozkirina 1’ê Gulanê bandoreke girîng li qada civakî û siyasî dikir. Pîrozbahiyên karkeran hikumeta Îttihat û Terakkî dixist nav fikaran. Bi awayekî sîstematîk zext û pêkutî li ser karker û kedkaran diceriband, lê ji aliyê din ve jî hikumetê her cure destek dida sermayedaran ku muxalefeta civakî lawaz bimîne. Hikumetê di heman salê de rûdana Şerên Balkanan jî wekî hincet nîşan da û rewşa awarte îlan kir. Bi vî awayî venêrîna xwe ya li ser civakê derxist asteke bilindtir. Îttihat û Terakkiya ku her tim li dijî zulmeta padişahiyê gotara azadî, demokrasî û hevrejiyana gelan dianî ziman; di binî re maf û muktesebata heyî jî bi sînor dikir û gav bi gav welat bi ber dîktatoriyeke mayînde ve beralî dikir. Hikumeta Îttihatî bi vê ferasetê heta sala 1918’an, nehişt karker meş û mîtîngan li dar bixin. Yanî heta ku Osmanî di Şerê Balkanan de têk çû û heta ku partiya Îttihat û Terakî bi ber sergoyê dîrokê ve çû…

LI TIRKIYEYÊ 1’Ê GULANÊ

Di sibata sala 1919’an de bi armanca bidestxistina mafên karker û kedkaran di pêşengiya siyasetmedarê bi navê Huseyin Hilmî de, Partiya Sosyalîst a Tirkiyeyê hat avakirin. A dina salê jî (îlona 1920’an) ji aliyê hinek rewşenbîrên komunîst û sempatîzanên Şoreşa Bolşewîk a Rûsyayê ve, di pêşengiya Dr.Şefîk Husnu de Partiya Komunîst (Di fermiyetê de navê wê ‘Partiya Sosyalîst a Cotkar û Karkerên Tirkiyeyê’ ye) hat avakirin. Kadroyên komunîst di heman demê de bi sempatiyeke mezin nêzî Kemalîstan jî dibûn. Di bin dirûşma “Tirkiyeya serbixwe” de piştgirî didan Kemalîstan û dewletên Ewropî şermezar dikirin. Sosyalîst û komunîstên Tirkiyeyê ji dêvila ku xeteke serbixwe û li gorî berjewendiyên tevahiya kedkar, karker, gel û dînamîkên Tirkiyeyê vekin, hewl didan ku hevkarî û piştevaniya di navbera Tirkiyeya nû û Yekitiya Sowyetan de pêk hatiye, qewîn bikin. Yanî ji feraseta kedkar û karkeran bêtir, bi feraseta “millî û herêmî” ya Îttihatiyên nû tevdigeriyan. Bi vî awayî muxalefeta civakî û eniya kedê biqest, an jî bêhemdî wekî teriya Kemalîstan bi dewlet û desthilatdariya sermayedaran ve girêdidan.

Ev helwesta hetikber ku di navbera korîdorên ewlehiya neteweyî de û li ser dikên dîplomasiya Tirkiyeyê ya bi Yekitiya Sowyetan re diçû û dihat di encamê de dûrketina ji heqîqetê, dijberiya gel û civakên herêmê û hevkariya bi dewleta sermayeyê re, bi xwe re anî. Bala xwe bidin vê pêvajoyê ji salên 1919’an û heta îro, Komunîst û sosyalîstên Tirkiyeyê her û her berzkirina dirûşmên wekî “Tirkiyeya serbixwe”, “Demokrasiya millî” û “Bimire emperyalîzm” bi kar anîne; lê ji aliyê serweriya Tirko-Osmanî ve dagirkirina welatên herêmê jî, yan ji nedîtî ve hatine, yan jî rasterê (wekî ku li Kurdan kirine) hewldanên bidestxistina mafan wekî “serhildanên şakî û sîxurên emperyalîstan” bi nav kirine. Bi kurtasî ji feraset û bîrdoziya karker û kedkaran veqetiyane, di xizmeta desthilatdarên Tirko-Osmanî de ku bi hişmendiya qirkirin û tunekirina gel û civakên herêmê têkoşiyane, wekî hêzeke yedek a dildar tevgeriyane. Bi vî awayî li dijî sermayedar û rayedarên dewletê, her tim di bin kompleksa binikiyê de eciqîne û xwe mecbûr dîtine ku alikarî û piştevaniya xwe ji bo desthilatdarên Tirkiyeyê dubare bikin. Di nav rêxistinên xwe û navendên dewletê de tu navber nehiştine û di encamê de rêxistinên sosyalîst û komunîst, wekî ‘dibistanên perwerdeyê ya kadroyên dewletê’ bi kar anîne.

Di 1’ê Gulana 1922’yan de bi pêşengiya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê civîn, meş û mîtîngên pîrozbahiyê pêk hatin. Kedkar û Karkerên Stenbolê ji qada Sultanahmet heta Kaxitxaneyê meşiyan. Karkeran li Enqereyê yekemîn car çalakî li dar dixistin. Kedkarên Îmalatxaneya Şer û karkerên saziya Rêya Hesin, kar berdan û tevî malbatên xwe civîn pêk anîn. Çi sosret e ku rayedarên dewletê bi xweşbîniyeke balkêş nêzî çalakvanan vê xwepêşandanê dibûn. Bêguman çalakvanên ku di bin pêşengiya Partiya Komunîst de têdikoşiyan, di vê çalakiyê de alîkarî û piştevaniya xwe ya ji bo hikumeta nû ya Mistefa Kemal, bi kêfxweşî rave dikirin. Sosyalîst û komunîstan di gulana 1923’yan de jî heman helwest nîşan dane, lê ligel piştevaniya Kemalîstan hinek daxwazên cuda jî anîne ziman: “Bila 1’ê Gulanê bi awayekî fermî wekî cejna karkeran bê qebûlkirin, bila roja xebatê bi 8 saetan sînordar be, bila betlaneya hefteyê bê pejirandin, bila mafê sendîka û grevê bê naskirin û hwd”

QIYAM HEYE; MA NÎRÊ MAFAN E?

Piştî ewqasî alîkariya partî û rêxistinên cuda û cihêreng, piştî bidestxistina alîkariya ewqasî gel û civakan (Ermen, Kurd, Cihû û hwd), piştî ewqasî soz û peymanên civakî û siyasî ku rayedarên Kemalîstan dianîn ziman, piştî ewqasî daxuyanî ku rayedaran ji hêwanên kongre û komcivînan didan; gelo çima ‘kêmast’ be jî, “demokrasiyeke millî” li Tirkiyeyê bi dest ve nehatiye? Deh partiyên din ên sosyalîst û komunîst hebûna û her dehan jî piştgirî û piştevanî bida Kemalîstan, çarenûsa Tirkiye û Kurdistanê dîsa jî nediguherî; tehekumkeriya dewleta nû, nedinermijî. Lewra feraseta Îttihatî, wekî rêgez û rêgeha ‘dewleta nû’ jî hatibû esasgirtin. Destûra wan; yekdeng, yekreng, yekmilet, yekdewlet, yekziman, yekal, yekol û yekwelat bû. Şinekî û şilekiya ku sosyalîst û komunîst dikin, tenê cureyeke netewperestiyê ye û ji bo desthilatdaran amûreke alîkar a serweriyê ye. Jixwe di serdema serhildanên gelê Kurd de, van partiyan jî cih bi cih ji bo reşkirina gel û girseya Kurd û bi armanca biserxistina dîplomasiya dewleta Îttihatî, li ser dikên Enternasyonalan û li qada navneteweyî dîplomasî meşandine. Kurd, “li dijî pêşveçûn û demokratîkbûna Tirkiyeyê wekî gel û girseyeke paşverû û fanatîk” bi nav kirine û qetlîamên ku li ser Kurdan hatine meşandin “rewa” nîşan dane.

Bêguman kes û hêzên ku dibêjin ‘em şoreşger in’, divê zanîbûna ku piştgirî û piştevaniya desthilatdar û dagirkeran, zewaleke çiqasî giran li stûyê wan bar dike! Sedemeke dijwarbûna rêveberiya Kemalîst jî, ji ber ev helwesta sosyalîst û komunîstên Tirkiyeyê ye. Jixwe bi qewînbûna pergalê re di sala 1924’an de pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatine qedexekirin. Serdegirtina kovar û weşanên karkeran pêk hatine, kovar hatine komkirin, li navend û rêveberiyên weşanên şoreşger û sosyalîst lêgerîn pêk hatine, çalakgerên 1’ê Gulanê hatine girtin û binçavkirin, herwiha zext û zordarî derketine asta herî bilind. Kemalîstan di sala 1925’an de Qanûna Aramkirin û Bicihkirinê (Takrîrî Sukûn) derxist; her cure meş, mîtîng û xwepêşandan qedexe kirin, girtin û binçavkirinên nû pêk anîn, azadîxwaz û şoreşger li Dadgehên Îstiklalê hatin darizandin, hozan û şoreşgerê navdar Nazim Hîkmet jî di nav de li gelek kesan heta 15 salan cezayê girtinê hatin birrîn. Karker, kedkar, gel û civakên Kurdistan û Anatolyayê azadî û demokrasî dixwestin; di her fersendê de girîngiya hevrejiyanê û daxwaziya mafan bi lêv dikirin, lê mixabin ku Îttihatiyên nû, ji 1920’an û vir de, li dijî îradeya dînamîkên Tirkiyeyê navendên şer û stratejiyê ava kiribûn û rojê raporeke têkbirina gel û civakeke herêmê amade dikirin.

Li herêma Qoçgiriyê bi sedhezaran Kurd di qir, qiyam û sirgûnkirinan re derbas kiribûn; Serhildana Şêx Seîd têk biribûn, pêşeng û rêberên Kurd bi darve kiribûn; bi armanca ku qetlîama Qoçgiriyê bidawî bikin û li Sêwaz, Erzîncan, Meletî, Dêrsim, Semsûr, Gurgum û li tevahiya navçe û bajarên sînor û Serhedê Kurdan rijko û baskko bikin, plana Harekata Dêrsimê amade kiribûn. Ma roja naskirina heq û hiqûqê bû; ma roja naskirina mafan bû?!. Deh salan nehiştin ku li ser navê azadî û wekheviyê, peleke daran jî bilive. Mirovên wekî Mahmût Esat Bozkurt, Kiliç Alî û hwd ku qaşo avakerên Partiya Komunîst bûn, bûbûn sembola “dadgeriya Tirkiyeyê”, biryara darvekirina Kurdan didan, gel û civakên herêmê tehdît dikirin û digotin ku “tenê mafekî we heye, ew jî xulamiya gelê Tirk e”

Şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê matmayî bûbûn. Ew siyasetmedarên ku di bin guhên wan de şoreşgerî, sosyalîstî û heta bigir Bolşevîkiya xwe dianîn ziman, qala naskirina maf û muktesebatan dikirin, qala azadî, wekhevî û avakirina demokrasiyeke ewropayî dikirin; çi heyf e ku veguherîbûn şervan û leşkerên xeternak ku kes newêribû nêzîkî wan bibe. Di bin giraniya vê şaşwaziyê de, deh salan deng ji eniya kedê derneket. Her bihar, her gulan dibû destpêka girtin, darizandin û cezakirinên nû; dîrokê her salê bi heman sosretê xwe dubare dikir. Heta 1935’an ku nîvê Kurdistanê di qirkirinê re derbas kirin, bi milyonan Kurd girtin, kuştin, sirgûn kirin û “takrîrî sukûn” bidawî bû; Îttihatiyên nû hîn dû re, 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê, wekî “Cejna Kulîlk û Biharê” naskirin. A naskirinê nas kirin, lê her salê bi hincetên sosret pîrozbahî, meş û mîtîng jî qedexe dikirin.

Ew Îttihatiyên ku di nav ‘çete û cemiyet’an de mezin bûbûn, avakirina cemiyet, sendîka, partî û her cure rêxistin li gel û civakên herêmê qedexe kiribûn. Di sala 1947’an de di bin venêrîn û kontroleke hişk a Îttihatî de, hinek sendîkayên karkeran vebûn lê qedexeya li ser pîrozbahiyên 1’ê Gulanê, heta sala 1975’an domiya. Piştî 50 salî, di sala 1975’an de pîrozbahiya 1’ê Gulanê li Stenbolê di saloneke dawetê de pêk hat.

QETLÎAMA TAKSÎMA STENBOLÊ

Sala 1976’an 1’ê Gulanê di pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK) de li Qada Taksîmê ya Stenbolê û bi beşdariya 400 hezar karker û kedkarî hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên sedhezaran ku bi coş û kelecaneke mezin derbas bûn, karsaz û hikumeta Îttihatî xist nav tirs û fikarên giran. A dina salê bi qeysa 500 hezar kes tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûbûn, ligel astengiyên ku polîs û leşkeran derdixist jî Qada Taksîmê mişt bûbû. Bernameya fermî ya pîrozbahiyan saet di 14.30’î de dest pê kir, peyvkaran bi peyamên siyasî dewlet û hikumeta Îttihatî dihejand, coşa beşdaran derdixist lûtkeyê. Êdî kedkar û karkeran dirûşmên siyasî bi biryardariyeke hêzdar berz dikirin, wekhevî û biratiya gelan dixwestin û daxwaza maf û azadiyê bi şêwazeke biheybet diqîriyan, bi lêv dikirin. Lê li hemberî wan jî, dînamîkeke cinawirî hebû: Di nav dekbazî, desîsekarî, komplogerî, provokatorî, kûndakkerî, êrîşkarî û şerkariya li dijî gel û civakan de birijîbûn ku navê vê dînamîkê Îttihat û Terakkî bû.

Hikumetê ji mêj ve plana êrîşê kiribû, ji berê de amadeyî kiribû û biryara qetlîameke xedar dabû. Hêz û yekîneyên kujer û sûîqestker li ser banên apartman û avahiyên derdorê bi cih kiribûn. Li ser kuçe û rêyên ku derdiketin Qada Taksîmê, yekîneyên yedek û hêzên ku ewlehiya kujeran pêk bînin, xistibûn sîperan. Hîn pêşengên karkeran gotara xwe didomand ku ewlekarên li ser banên avahiyan bûn, bi awayekî sîstematîk û organîze girse gulebaran kirin. Di heman demê de hêzên ku li ser devê rêyan sîper danîbûn jî tevlî gulebaranê bûn. Kujer û qetlîamkeran, 37 welatî kuştin, 200 kes bi giranî bi hezaran mirov birîndar kirin. Di rûdana xof, panîk û qurfîna girseyî de gelek mirov eciqîn. Derket holê ku di ev ‘operasyona xwînî’ de ku li pêş çavan pêk hat, ewlekaran 2 hezar gule bi ser gel de reşandine û ji aliyê kamerayan ve tev hatine qeydkirin. Lê ew ewlekarên qetlîamker ku diyar in û li ber çavan in, tu carî nehatin darizandin û cezakirin.

BÊENCAMIYA SERDEMA DARBEKARAN

Di sala 1978’an de, bi armanca hesabpirsîna ji qetlîamkeran û şermezarkirina hikumetê dîsa nêzî 500 hezar mirov li Qada Taksîmê civiyan û biryardariya xwe ya li dijî zilmê nîşan dan. Dewleta kûr (dînamîka darbeyê) xwe di bin gef û tehdîta muxalefeta civakî de hîs dikir. Hêdî hêdî amadekariya darbeyeke hejanker dikir. Sala 1979’an Rêveberiya Awarte li Stenbolê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê qedexe kir. Lê dîsa jî li Îzmîrê pîrozbahî hatin kirin. Di sala 1980’yî de li Mêrsînê yekemîn car bi girseyeke derdora 50 hezar kesî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê pêk hatin. Lê di heman çirkê de bi helwesteke darbekar, rêveberê DISK’ê Riza Guven hat girtin û binçavkirin.

Îttihatiyê êdî nikaribû bi rêbazên asayî serwerî bidomanda. Di 12’ê Îlonê de darbeya leşkerî pêk hat. Îttihatiyan heta sala 1993’yan, dîroka xwe dubare kir; girtin, darizandin û cezakirin, herwiha êrîş, tundî û tûjiya li ser dînamîkên demokrasiyê domand. Di sala 1989’an de ciwanê bi navê M.Akîf Dalci ku hewl da di 1’ê Gulanê de derbasî Qada Taksîmê bibe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Di sala 1993’yan de kedkar û karker careke din di bin pêşengiya sendîkayan de li Qada Abîdeyî Hurriyet û li Qada Pendîkê daketin ser dikên berxwedanê û bi beşdariya 10 hezaran kesî 1’ê Gulanê pîroz kirin. Di sala 1995’an de li Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Enqere û Edeneyê bi awayekî girseyî 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Di sala 1996’an de li Qada Kadikoy a Stenbolê ligel ku polîsan 3 çalakger bi awayekî hovane û provokatîf qetil kirin jî bi beşdariya 150 hezar kesî mîtîngeke bi heybet hat lidarxistin.

Di sala 2011’an de karker û kedkar piştî 32 salan bi girseyeke ku ji sedhezaran kesî pêk dihat Qada Taksîmê dagirtin, bi coşeke mezin 1’ê Gulanê pîroz kirin. A dina salê û heta îro Taksîm bi hincetên sosret li çalakgeran hatiye girtin. Li kîjan qadê mîtîngên girseyî û biheybet hatine lidarxistin, hikumetê provokasyon pêk anîne, qetlîam pêk anîne û pîrozbahiyên qadê qedexe kirine, qad li gel girtine û ev helwesta hetikber îro jî didomîne. Platformên ked û demokrasiyê jî, her sal li qadekê 1’ê Gulanê pîroz dikin. Tirkiyeyê li dijî kedkar û karkeran ku heta îro bi feraseta xwînî ya Îttihatî tevdigere, tu encam bi dest nexistine; tenê çareserkirina pirsgirêkan bi şûn de dane.

Hêjayî pirsê ye ku em bibêjin ‘Tirkiye wê ev bîrdoziya xwînxwar heta kengî bidomîne?.’ Li Tirkiyeyê ji destpêkê û heta îro, di tevahiya pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê de, her tim daxwaza demokrasiyê hatiye kirin ku îro jî pêdiviya wê bi demokrasiyê heye. Kurt û kurmancî em dibêjin, Tirkiye bi bîrdoziya Îttihatiyê nikare pirsgirêkên xwe çareser bike; nikare aştî û aramiyê ava bike û nikare di nav mirovahiya hemdem de qedir û qîmetê bibîne. Divê êdî demildest biryarekê wergire; gelo wê di êrîşkariyê de israr bike, yan jî li azadî, wekhevî û demokrasiyê vegere?

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA WELAT / MERVAN SERHILDAN