KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sê partiyên Kurdî li dijî destdirêjiya Tirkiye ya li Başûr daxuyanî da
Desteya Karê Hevbeş a sê partiyên Kurdistanê li ser destdirêjiya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û dîsa nakokiyên nava partiyên siyasî yên Kurd daxuyaniyek nivîskî parve kir. -
Xelkê Mexmûrê: Bi êrîşan nagihêjin armancên xwe
Welatiyên Mexmûrê êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê ku sê jinên sivîl hatin qetilkirin şermezar kir û diyar kirin ku dewleta Tirk û hevkarên wan nagihêjin armancên xwe, banga hestyarî û ketina tevgerê li herkesê hate kirin. -
Li Heftanînê û Mêrdînê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li Heftanînê û Mêrdînê li dijî artêşa Tirk çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. -
KJK: Desthilatdariya AKP-MHP'ê li pey planeke nû ya dagirkeriyê ye!
Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser êrişên li ser Mexmûrê û Qendîlê û diyar kir ku ev yek "êrişeke berfireh" e. KJK'ê destnîşan kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê şewba koronayê ji bo xwe weke firsendê dibîne û planeke nû ya êriş û dagirkeriyê dike. -
TAJÊ'yê êrîşa dewleta Tirk şermezar kir
TAJÊ'yê derbarê êrîşa Tirk a li ser Wargeha Şehîd Rûstem- Mexmûrê daxuyaniyek da û êrîşa Tirk, ku di encamê de 3 jin şehîd bûbûn şermezar kir. -
Berdevkê artêşa Iraqê Xelef: Êriş li dijî serweriya Iraqê ye
Berdevkê artêşa Iraqê Evdilkerim Xelef têkildarî êrişa dewleta Tirk a li Mexmûrê diyar kir ku divê Enqere amade be hesabê wê bide. -
Dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî li Başûrê Kurdistanê zêde kir
Dewleta Tirk a dagirker, hêza xwe ya leşkerî ya li baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê rojên dawî zêdetir kir. -
KNK'ê têkildarî aloziya li Zînî Wertê bang kir
KNK'ê bang li PDK û YNK'ê kir ku hêzên xwe yên nepêwîst ji Zînî Wertê vekişînin û pirsgirêkê bi rêya diyalog û aştiyê çareser bikin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Amedê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara hin çalakî kirin. -
Li Wanê şêlandina bi navê 'qedexeya derketina derve'
Li Wanê, li 726 kesên ku li gorî qedexeya derketina derve tevnegeriyan 2 milyon û 229 hezar lîre cezayê pereyan hate birîn. -
Ceylan: Dem dema cîrantî û hevkariyê ye
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku wan di çarçoveya kampanya Malbatên Xwişk û Bira de li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe gihandiye 11500 malbatan û got: “Dem dema cîranî, hevaltî û hevkariyê ye." -
CÎK’ê êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir
CÎK a êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir got: “Em dewleta Kemalîst û Tûranîst a di van rojên zor û zehmet de bi kuştina Kurdan ve mijûle, lenet dikin.” -
Li Tirkiyeyê di 24 saetan de 115 kes ji ber Covîd-19 mirin
Li gorî rayedarên Tirk di nava 24 saetên dawî de ji ber şewba Korona li Tirkiyeyê 115 kes mirin. -
Li Mexmûrê şehîdên sivîl ên jin bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyên her sê jinên di êrîşa balafirên kefşê yên bê mirov û biçek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker de li Mexmûrê şehîd bûn, bi merasîmekê li goristana wargehê hatin veşartin. -
Nasnamya 3 jinên li Mexmûrê şehîd ketin eşkere bûn
Nasnameya 3 jinên ku di êrîşa Balafirên Keşfê yê bê Mirov ên Biçek (SÎHA) yên dewelata Tirk a dagirker a li ser Mexmûrê de şehîd bûbûn hatin eşkerekirin. -
KCD’ê êrîşa li ser Mexmûr şermezar kir
KCD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk bi van êrîşan nagihêje cihekî.” -
Ciwanên Başûr li dijî êrîşan banga ketin tevgerê kir
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer têkildarî êrîşa li Zînî Wartê û Mexmûrê daxuyaniyek da. Ciwanan got: “PDK ketiye nava xiyanetê.” -
Balafirên keşfê yên Tirk bombe li Mexmûrê barandin-NÛ BÛ
Balafirên keşfê yên bi Çek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker di saet 13:10’ê de bombe li Mexmûrê barand. Di êrîşê de 3 sivîl şehîd bûne. -
Li Silopiyayê çalakiya sabotajê: Kontrayek hate kuştin
Gerîlayen HPG/YJA Starê li navçeya Silopiya ya Şirnexê li qereqoleke ku nû hatibû çêkirin çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de kontrayek hate kuştin, gelek leşkerên Tirk jî birîndar bûn. -
G7 dixwaze deynê welatên hejar were taloqkirin
Ji ber krîza mezin a aboriyê ji bo deynê welatên hejar ‘heta demeke demborî’ were sekinandin, welatên G7 li hev kirin. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Zînî Wertê barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker îro bombe li herêma Zînî Wertê barandin. Liv û tevgera hewayî dewam dike. -
Şenyaşar ê ku malbata wî hatibû qetilkirin, nehat berdan
Fadil Şenyaşar ku ê ku malbata wî ji aliyê berevan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû qetilkirin, nehate berdan. -
Partî û saziyên Kurdistanî: Ambargoya li ser Mexmûrê rakin
Partî û saziyên Kurdistanê, li dijî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê nameyek ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re nivîsîn. -
'Rejîma Îranê bi siyaseta birçîhiştinê dixwaze vîna gel teslîm bigire'
Fermandarê YRK'ê Şoreş Alan rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya di vê pêvajoya ku nexweşiya Koronayê li tevahiya cîhanê belav bûye de nirxand û bal kêşande ser siyasetên rejîma Îranê ya li hemberî gelên Îranê û bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê. -
Ji çêkirina qesr û girtîgehan re pere heye, ji gel re nîne
Hikumeta AKP-MHP'ê ku bi zorê pere ji gel dide hev, bi milyonan lîre pereyî li çêkirina qesr û girtîgehên li Kurdistanê dide.