KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dayika Ateş: Divê zarokên me jî bikevin ber qanûnê
Aysel Ateş diyar kir ku kurê wî Mehmet Veysel Ateş 6 sal in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hikumxwar e û got, "Ji ber vîrûsa koronayê em nizanin ku rewşa zarokên me çawa ye. Divê ev jî bikevin ber qanûnê." -
Mexdûrên erdhejê vê carê ji VEDAŞ'ê derb xwarin
Birîna mexdûrên erdheja Elbakê ku 10 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, hîn nehatiye pêçandin. Di vê serdema vîrûsa koronayê de VEDAŞ'ê jimêrka elektrîkê li konteynirên erdhejzêdeyan bi cih kir. -
20 sal li ser wefata Îbrahîm Ehmed derbas bû
20 sal li ser wefata siyasetmedar, rojnamevan, helbestvan, nivîskar û kesayetê netewî yê gelê Kurd Îbrahîm Ehmed derbas bû. -
YJA Starê li Heftanînê çalakî kir
Gerîlayên YJA Starê li herêma Heftanînê li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin. -
Li çiyayan nemirkirina kêlîkan
Divê mirov qala gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bike û wan li bîra dîrokî neqiş bike. Ev gerîla kêlîkan nemir dikin. -
DAÎŞ'ê li Kifrî êriş kir: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Kifrî ya herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber êrişa çeteyên DAÎŞ'ê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. -
Li bejahiya Pasûrê teqîn: 5 kes mirin -NÛ BÛ
Li bejahiya navçeya Pasûrê ya Amedê di dema derbasbûna wesayitekê de teqînek çêbû. Hate ragihandin ku 5 kes ji ber teqînê mirine. -
Huseynê Farê: Yek ji dengên nemir ê dengbêjiyê
Dengbêj Huseynê Farê ku yek ji dengên nemir ê dengbêjiya Kurdî ye, ji ber klamên Kurdî digot, dewleta Tirk êşkenceya giran lê kir. Ji ber êşkenceyê jî nexweş ket û heta dawiya temenê xwe ew êş kişand. -
Fermandariya YBŞ-YJŞ: Em tevahî rojên pîroz ên gelê xwe pîroz dikin
Fermandariyê diyar kir ku ji ber sedema nexweşiya vîrûsa koronayê dibe ku wek salên bihorî ew cejnên xwe bi girseyî pîroz nekin, lê belê bi heman dilxweşiyê li malên xwe pêşwazî û pîroz bikin. -
20 bajarên Kurdan di karantînayê de ne
Li çar bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê ketin û derketin hate rawestandin. Ji 7'ê Nîsanê û pê ve jî li 16 bajaran di asta hin herêman de karantîna heye. -
'Karantîna wê bandoreke neyînî li mirovan bike'
Pisporê Xizmeta Civakî Mûstafa Altintop diyar kir, civaka ku ji ber şewba vîrûsa koronayê ji neçarî li malê dimîne dema bê dibe ku travmayên psîko-civakî bibînin. -
Li Çewlikê jî taxek hate karantînakirin
Li Taxa Doşluce ya bejahî ya navçeya Azarpêrt a Çewlikê ji ber vîrûsa Korona hate karantînakirin. -
Taxek ya Elbakê xistin karantînayê
Taxa Xirabe ya Elbaka navçeya Wanê ji ber koronavîrûsê xistin karantînayê, ji çûyîn û hatinê re girtin. -
Li Xakurkê û Avaşînê êrişên hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên hewayî biriye ser herêmên Xakurkê û Avaşînê. -
Li girtiyên şandin Amedê xistin
Hate hînbûn ku piştî serhildana li girtîgeha Êlihê, girtiyên ku şandine girtîgeha Amedê hatine derbkirin. -
Li 3 taxên Kerboranê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Li 3 taxên bejahîyê yên Kerboranê qedexeya derketina derve hate ragihandin. -
Li yekîneya leşkerî vîrûsa koronayê hate tespîtkirin
Tê gotin, li nava yekîneya ji 200 leşkerî ya li Colemêrgê 11 leşker bi vîrûsa koronayê ne. Leşkerên bi vîrûsê ketin li wargeh û otelan hatin bicihkirin ku ev yek bû cihê nerazîbûnê. -
11 partiyên siyasî: Sererastkirina înfazê weke cezayê darvekirinê ye!
Partiyên siyasî bal kişandin ku sererastkirina înfazê ya cihêkar weke cezayê darvekirinê ye û got: “Jiyana girtiyan tine tê hesibandin.” -
Rêxistinên Sivîl ên Amedê hişyarî dan: Trajediyên mezin wê bên jiyîn
Rêxistinên Saziyên Sivîl ên Amedê nerazîbûn nîşanî sererastkirina înfazê ya cihêkar da û daxwaz kir tavilê wekhevî pêk bê. Saziyên sivîl hişyariya ‘Trajediyên mezin wê bên jiyîn. -
KNK’ê komkujiya li ser Kurdên Feylî şermezar kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) karesata çil sal berê ya li ser Kurdên Feylî şermezar kir. -
Dêrsim: Ji bo zindanan dema çalakiyan e
Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dêrsim diyar kir ku jiyana girtiyan di bin rîskê de ye û got ku, “Rewşeke awarte heye, divê refleks û hewldana me jî awarte be.” -
HPG: Em fermandarê mezin Têkoşer Gever bi hurmet bi bîr tînin
HPG’e diyar kir ku endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Têkoşer Gever (Muslih Îke) sala borî di êrîşeke hewayî de şehîd bûye û got ku “Wekî rêhevalekî pêşeng di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe girtiye.” -
'Sîstema ku sermayeyê diparêze ji vîrûsê bêhtir metirsîdar e'
Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz nerazîbûn nîşanî patronan da ku bi firsenda şewba vîrûsa koronayê karker û kedkar ji kar derxistin. -
Li Wanê 'bexş' a bi zorê li karkeran ferz kirin
Qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin, ji bo piştgiriya bi kampanya Serokkomarê Tirk Erdogan, di meha Nîsanê de 1.200 lîra ji maeşên karkerên şaredariyê hemûyan birî. -
Li hemberî koronavîrusê civîn hate lidarxistin
Partî û pêkhateyên Kurdistanê bi navê ‘Yekîtiya Neteweyî’ konferansek li dar xistin û derbarê koronavîrusê biryar stendin.