KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Baranê li Cizîrê jiyan tevizand
Ji ber barana dijwar a li Cizîrê rê û kolan man di bin avê de. -
Tirsa desthilatdariyê ya ji 4'ê Nîsanê: Amara dorpêçkirî ye
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji ber rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Amara dorpêç kiriye. -
Fermandariya YBŞ-YJŞ: Rêber Apo ji bo me hebûn e
"Çawa ku deşteke zuha ji nû ve zindî dike, Rêber Apo jî em ji nû ve zindî kir. Lewma Rêber Apo ji bo me hebûn e, rastî ye, Rêber e. Eger em îro li ser xaka xwe ne, ev bi saya Rêber Apo ye. Lewma ew bû pêşengê me, dîrok û hebûna me ye." -
Gerîlayên HPG'ê li Serhedê li dagirkeran xistin
Gerîlayên HPG'ê di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li herêma Serhedê didome, li artêşa Tirk xistin. Li navçeya Başan a Îdirê û navçeya Bazîd a Agiriyê di çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. -
TAJÊ 4'ê Nîsanê pîroz kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî mirovahiyê, gelê Kurd, jinên azadîxwaz û tevahî dayikên têkoşer pîroz kir û got; "Fêmkirina Rêber APO, avakirina civakeke azad, demokratîk û ekolojîk e." -
YJA Star: 4'ê Nîsanê rojbûna jin a azad e
YJA Starê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir, "Rojbûna Rêber Apo rojbûna jin a azad e." -
KONGRA-GEL: Rojeva bingehîn divê azadiya Rêber Apo be
KONGRA-GEL diyar kir, "Di 4'ê Nîsanê de qedera gelê Kurdistanê guherî. Azadiya Rêber Apo divê rojeva bingehîn be." -
Zarok Yûsûf Yildirak ê bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Yûsûf Yildirak ku dema peyê xwe diçêran ji ber teqîna cismekî bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest dan. -
Ciwanan li Silêmanî ji bo 4'ê Nîsanê wêneyên Ocalan daliqandin
Ciwanan ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin, li Silêmaniyeyê wêneyên Ocalan daliqandin. -
Qeyûm kar neda karkeran, lê da AKP'iyan
Qeyûmê talanker ê Wanê ku naxwaze karkeran jinûve tevlî kar bike, ji karkeran re gotin, "Pêwîstiya min bi personelan nîne, biçin çi dikin bikin." Lê eşkere bû ku 45 AKP'yî tevlî karê li Şaredariyê kiriye. -
Tolhildan: Azadiya Rêber Apo deynê li ser sukra me ye
Endama Komîteya Karên Şehîdan a PKK'ê Zîlan Tolhildan bal kişand ser pêwendiya navbera jidayikbûna Ocalan û îradeya şikandina zincîra koletiyê û got, "Azadiya wî deynê li ser sukra me ye." -
Omer Ocalan: Li Kurdistanê tevdîr nayên girtin
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku li Kurdistanê dewlet ti tevdîrên şewba koronavîrûsê nastîne û bal kişand ser rîska mezin a li ser girtîgehan. Omer Ocalan got, "Divê bêyî cihêkarî bê kirin girtiyên siyasî hemû bên berdan." -
Gerîlayên YJA Starê: 4'ê Nîsanê rojbûnek ji rêzê nîne
Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku 4'ê Nîsanê ji bo wan rojbûneke ji rêzê nîne û destnîşan kirin, rojbûna wê îradeyê ye ku mêtingerî bi erdê re kiriye yek. -
Bi rêya sînemayê tu dikare bandorê li her jiyanê bike
"Şerê herî mezin ew şer e ku di oxira rastiyê de hatiye dayin. Li devera ku dinyayê çavên xwe li rastiyê girtiye, tu dikare bi rêya sînemayê her tiştên ku ji nedîtî ve tên nîşanî wan bide." -
Şerîk: 4'ê Nîsanê bi têkoşînê tê pîrozkirin
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bal kişand ser êrişkariya dewleta Tirk û tecrîda li Îmraliyê û got, 4'ê Nîsanê wê bi têkoşînê bê pîrozkirin. -
Li Şengalê wê 4’ê Nîsanê gul û dar bên çandin
Şervanên YBŞ û YJŞ’ê wê 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her cihê Şengalê ku lê ne gul û daran biçînin. -
Polîs û leşkeran dora Amarayê girtin
Ji ber rojbûna 71’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dora gundê Amarayê hate girtin. Mehmet Ocalan dema çû mala xwe, li navnîşana wan a îkametgahê hate pirsîn. -
YJA Star: Sema Koçer fermandar û xeta serdema nû ye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Hevala Sema Koçer fermandar û xeta serdema nû ya YJA Starê ye. Fermandar û şervanên YJA Starê hemû şervanên di bin fermana wê de ne. -
Sêyemîn salvegera şehadeta kedkara çapemeniyê Evîn Bûldan
"Ez tiştên hatine jiyîn bi kurdî vedibêjim, hûn bi tirkî. Lê Em neçarin zimanê Kurdî biparêzin. Ger em jî zimanê xwe neparêzin emê komkujî, wêranî, helandin û dagirkeriyê qebûl bikin." -
Gerîla Çekdar bang li malbata xwe kir
Gerîlayê HPG'ê Çekdar Amed diyar kir ku malbata wî jî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûdinê û got, "Malbatên me bi taybetî dayikên me divê ne li dijî me bin, divê bi me re bin." -
Gerîlayên YJA Starê: Jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna gelê Kurd
"Rêber Apo afirînerê civak û jina azad e. Em ê her tim bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Em ê xwedî li têkoşîna azadiyê derbikevin, heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd têbikoşin." -
'Hêzên Emerîka ji Iraqê xwe venakêşin, xwe birêxistin dikin'
Bi nêrîna çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, Emerîka bi valakirina çend baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraqê, hêzên xwe venakêşe, ji ber ku hêzên xwe ji bo qonaxekî nû bi rêxistin dike. -
Her roja fîlmê Bêrîtan dîrokek bû
"Her roja fîlmê Bêrîtan mîna dîrokekê bû... Fîlm gihîşt her mala ku diviyabû bigihişta. Ya rast me bi rêya vî fîlmî nirxên xwe yên dîrokî radestî civakê kirin." -
Li Omerya şer, li qadên gerîla êrişa hewayî
Li herêma Omerya ya Mêrdînê di navbera gerîla û leşkerên Tirk de şer qewimî. Balafirên şer ên Tirk jî bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. -
Li Agiriyê çalakiya fedayî: Zêdeyî 30 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, gerîlaya bi nasnav Sema Koçer li dijî artêşa Tirk a li ber lûleya gaza xwezayî ya li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê çalakiya fedayî kiriye. Di çalakiyê de 5 wesayitên zirxî îmha bûn, zêdeyî 30 leşker mirin.