KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Başûr qedexeya derketina derve heta 1’ê Gulanê hate dirêjkirin
Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve heta 1’ê Gulanê dirêj kir. -
Li Mexmûrê tevgera balafirên şer zêde bûye
Ji destê nîvro heta niha tevgera balafirên şer a li ser asîmanên Mexmûrê bênavber didome. -
Şêniyê Mexmûrê Spêrtî: Divê em xwedî li xaka Başûr derkevin
"Çi ferq di navbera Bakur û Başûr de nîne, em hemû xwîşk û birayên hev dû ne. Pêwîste em xwedî li xaka Başûr derbikevin. Di felsefeya Rêber Apo de tu ferq û cûdahî di navbera Kurdan de nîne û hemû yek in." -
Fikarên li ser girtîgehên li herêma Serhedê zêde dibin
Bi guhertina qanûnî re pêşî li berdana girtiyên siyasî hate berdan. Li girtîgehên Mûş, Bedlîs û Qersê rewş qet neguheriye. -
KCK: Divê ev Remezan bibe sedema azadiya Kurdan
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê ji bo meha Remezanê daxuyanî da û hêvî kir ku ev meh bibe sedema ku yekîtî, zindîbûn û azadiya Kurdan. -
Saziya mirovî MHF'ê bi zor û zehmetî alîkarî gihand Mexmûrê
Saziya mirovî ya bi navê Mam Humanitarian Foundation (MHF) bi zor û zehmetî xwe gihand Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 10 meh in ambargo li ser heye. -
Fermandara li pey heqîqetê: Jînda Ozgur
"Ji bo hevalên xwe timî kir û ked da. Bû fedaiya jiyanê. Ji ber ku bi rastî jî xwedî kesayeteke wisa bû. Li kû derê têkoşîn hebû, ked hebû ew li wir bû. Bi hevaltiya wê mirov dilsoziya wê ya bi Rêbertî re didît." -
'Di bin navê karantînayê de girtiyan dixin hucreyan'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç got, li girtîgehên ku vîrûsa koronayê lê hatiye dîtin, girtî di bin navê karantînayê de li hucreyên yek kesî tên bicihkirin û bang li raya giştî kir. -
‘Mêtinger dixwazin hevkariya Kurdan bi fesadiyê têk bibe'
Xebatên Îtifaqa Kurdistanê: Hevkarî û alîkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Rêveberiya Xweser a Demokratîk de ya li dijî hêzan pêş dikeve, mêtinger dixwazin bi fitne û fesadê têk bibe. -
Hunermend û rewşenbîrên Rojhilat: Rê nedin şerê navxweyî
Hunermend û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê yên têkildarî êrîşa li Zînî Wertê daxuyaniyek hevpar dan, diyar kirin ku divê li herêmê rê neyêdayîna şerê navxweyî. -
Car bi navê hikûmetê, car jî bi navê Mala Barzanî..!
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gorî berjewendiyên xwe her carê bi navekê saziyên hikûmetê ku aliyekî bi navê hikûmetê û aliyê din jî bi navê mala Barzanî bikar tîne. -
Rêxistinên Kurd yên li Kerkûkê: Dawî li aloziyên Zînî Wertê bînin
Partî û rêxistinên Kurdistanî yên Kerkûkê bi rêya onlîne li ser aloziyên li Zînî Wertê civiyan û bi daxwaznameyeke hevbeş daxwaz ji partiyên siyasî yên desthilat kir ku dawî li aloziyên li Zînî Wertê bînin. -
Gerîlayên YJA Starê li Şemzînanê lê dan: 3 leşker hatin kuştin
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di çalakiyeke gerîlayên YJA Starê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Ji bo Kurdî bernameya perwerdeya akademîk a onlîne
Zanîngehên Rojava, Duhok, Înalco û Sorbonneyê, li ser ziman û wêjeya Kurdî dest bi bernamayeke perwerdeya akademîk a onlîne kirin. -
'Çapemeniya Kurd li dijî neheqiyan wê hebûna xwe bidomîne'
Rojnamegerên ji Bakurê Kurdistanê derheqa Roja Rojnamegerên Kurd, ku 122 sal li pey xwe hişt, gotin li gel neheqiyna jî ew ê hebûna xwe bidomînin. -
Rûken: Dem dema pêngavê ye
Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken diyar kir, kirêtiya sîstema modernîst a kapîtalîst şênber bûne û got, "Ji bo avakirina civaka demokratîk dem dema pêngavê ye. Eger em vê bikin wê şewb li sîstemê vegere." -
KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdistanê pîroz be
KNK'ê bal kişand ser pîlanên dagirkeran ên ji bo afirandina nakokiyan navbera hêzên Kurdistanê de û diyar kir, di demeke wiha de gelekî girîng e ku çapemeniya Kurdistanê bi erka xwe ya welatparêziyê rabin. -
Rojnamevaniya Kurd 122 sal in li şopa heqîqetê ye
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan anî ziman ku ligel zextên giran 122 sal bênavber têkoşîn dimeşe û got: "Wekî her serketinê berdêla serketinên çapemeniya Kurd jî çêbûn." -
Dûman: AKP dixwaze civakeke welê biafirîne ku serî li ber ditewîne
Hevşaredara Sarayê Dûman bi rêjeya 70 ji sedî hate hilbijarti, lê belê şaredarî ji aliyê desthilatdariyê ve hate desteserkirin. Dûman diyar kir, desthilatdariya ku bi operasyonên leşkerî nikare encamê bigire, bi rêbazên cuda êrişê dibe ser îradeya gel. -
Engîn: Kapîtalîzm bêçare maye
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn got, paketên çareseriyê yên kapîtalîzmê li pêşberî koronayê îflas kirine û destnîşan kir, sîstemên dewletperest ên ku dibin sedema tengavî û kaosê ketine ber lêpirsînê. -
Hunermendên Başûrî: Nebin amûrên pîlanên dagirkeran
Hunermendên Başûrê Kurdistanê dest bi kampanyayeke ya bi sernavê ‘Di şerê navxweyî de ti kes bisernakeve’ kirin. Hunermendan bal kişand ser êrîşên li Zînî Wertê û bang kir bila partiyên siyasî nebin amûrên pîlanên dagirkeran. -
Li Agiriyê dest danîn ser koliyên alîkariyê yên HDP’ê
Li Agiriyê bi hinceta ku koliyên alîkariyê ji bo kesên muhtac belav dikirin, 2 HDP’î hatin berdan, lê dest danîn ser koliyên alîkariyê. -
PDK bersiva daxwazên xelkê Zînî Wertê hê jî nedaye
Piştî bicihbûna hêzên PDK’ê ya li Zînê Wertê li ser navê xelkê Zînî Wertê û herêmê heyetek bi hêzên herêmê re civiyan û daxwaz kiribû ku ji herêmê vekişin. Welatiyan diyar kiribû ku hêza PDK'ê venekişin wê çalakiyên girseyî bikin. -
‘Bicihbûna PDK’ê ya li herêmê, gava yekem a Tirkiye ketina herêmê ye'
Welatiyên Zînî Wertê bicihbûna hêzên PDK’ê ya li herêma Zînî Wertê weke gava destpêkê ya ketina artêşa Tirk a dagirker a herêmê û dagirkirinê navçeyê ye. -
‘Eger hêz li Zînî Wertê bimîne, wê Tirkiye herêmê bombe bike’
Parlementerê Tevgera Goran Yasîn Xizir Teha diyar kir ku çûna hêzên PDK’ê ya li herêma Zînî Wertê pirsgirêkan ji bo xelkê herêmê derdixe.