KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Serawî yê YNK'î bal kişand ser hevkariya 'MÎT-PDK'ê
Ji rêveberiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Eta Serawî diyar kir, îstîxbarata Tirk MÎT li Zînî Wertê tevî hêzeke PDK'ê qadên gerîla dişopîne. Serawî di vê der barê de dîmenek jî parve kir. -
Cenazeyê gerîla Kardaş di nava dorpêçiyê de hate veşartin
Gerîlayê HPG'ê Hebûn Kardaş ku li bejahiya Licê ya Amedê di şer de şehîd bû, cenazeyê wî di nava dorpêçiya hêzên çekdar ên dewleta Tirk de hate veşartin. -
Jina ku ji bo gelê xwe bû hêviya mezin: Amara Serhat
“Mirov ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî çiqas şer bike ewqas xwe nêzî azadiyê hîs dike. Ango wek şervanê Rêbertî ji pêvajoyê re bibim bersiv, jiyîna bi van hestan re, ji bo min hêza herî bingehîn bû.” -
Şerîk: Bi 1'ê Gulanê re pêvajoyeke nû dest pê dike
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, li dijî modernîteya kapîtalîst divê civak bi temamî têbikoşe û got, 1'ê Gulanê ya îsal ji bo karker û kedkaran destpêka pêvajoyeke nû ye. -
Li Silêmaniyê bi pileya 4,8 erd hejiya
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi pileya 4,8 erd hejiya. -
Çalakvanên li ketina Wertê hatin astengkirin daxuyaniyek da
Girseya gel ku ji Ranya ber bi Zînî Wertê ve derketibû rê û li bajaroka Serkepkan a li daketina Geliyê Wertê hatibû astengkirin, daxuyaniyek da û gotin: “çalakiyên me heta ku pirsgirêk çareser dibe, wê bidomin” hat dayîn. -
HPG'ê li Cûdî çalakî kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma çiyayê Cûdî di 28'ê Nîsanê de li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakiyek hate lidarxistin. -
Şêniyên Başûr: Em bang li hêzên li Zînî Wertê dikin ku xwe vekişînin
Girseya gel a ku destûr nehate dayin ku xwe bigihîne Zînî Wertê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, "Em piştgiriya daxwazên xelkê Zînî Wertê dikin. Em bang li hemû hêzan dikin ji bo ku şer rû nede, hemû hêzên xwe vegerînin cihên xwe yên berê.” -
Serokê Dezgeha MAM: Hikûmeta herêmê li hemberî Mexmûrê sûc dike
Serokê Dezgeha Mirovî ya MAM Felah Selah got, “Ambargoya ku hikûmeta herêmê li ser penaberên Mexmûrê sepandiye, sûc e.” -
Koordînasyona Krîzê: Divê li girtîgehan tavilê tevdîr bên girtin
Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 diyar kir ku belavbûna vîrûsa korona li girtîgehan ne rewşeke ji rêzê ye û destnîşan kir ku divê tavilê tevdîr bên girtin. -
Endamên TUHAY-DER'ê Albay û Îtah hatin destgîrkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li Wanê endamên TUHAY-DER'ê Halîme Albay û Zekî Îtah hatin destgîrkirin. -
PKK: Divê ala 1'ê Gulanê li her cihî bê bilindkirin
Komîteya Rêveber a PKK'ê: Erk û wezîfe ye ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê li dijî êriş û sîstema kapîtalîst li ber xwe bidin û têkoşîneke demokrasî û wekhkeviyê ya xwe dispêre azadî û cihêrengiyê bimeşînin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Amedê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara li Amedê hin çalakî kirin û êrişa dewleta Tirk a li şehîdgehan şermezar kirin. -
Nîşaneya dilsoziyê: Delîl Erzîncan
Kemal Civandag (Delîl Erzîncan) ê li Dersimê ji dayik bû, dema ku li Zanîngeha Enqereyê beşa Fîzîkê dixwend PKK nas kir. Di sala 1999'an de tevlî nava refên gerîla bû, sala 2007'an li Dersimê şehîd bû. -
Dewleta dagirker a Tirk du ciwanên Rojhilat qetil kirin
Di êrîşa dewleta dagirker a Tirk îro di seatên sibehê li dijî herêma Xakûrkê pêk anî de, du ciwanên ku Rojhilatî yên ku li herêmê pincar kom dikirin qetil kirin. -
Li Kerkûkê êrîşî avahiya îstîxbaratê hate kirin
Bi xwekujî êrîşî avahiya îstîxbarata Iraqê ya li bajarê Kerkûkê kir. -
Balafirên şer ên Tirk Geliyê Guhane yê Akrê bombe kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Geliyê Guhane ya girêdayî Akrê ya Başûrê Kurdistanê bombe kirin. -
Sibe li Zînî Wetê meşek tê kirin; banga tevlîbûnê hate kirin
Komek parlamenterên kevin, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û gelê herêma Raperîn, wê sibe ber bi Zînî Wertê ve meşekê lidar bixin. Ji bo tevlîbûna meşê bang hate kirin. -
'Cihê êrişên li ser goristanê li nava ola Îslamê nîne'
Mele Mehmet Emîn Kiliç anî ziman, divê ew baş zanibin ku cihê êrîşên li dijî goristanan li nava felsefe û armanca Îslamê qet nîne û got, "Di olên Semawî û baweriyên li ser rûyê erdê de cihê vê nîne." -
Stêrk TV kalîteya xwe ya deng û dîmen baştir dike
Stêrk TV ji bo kalîteya xwe ya deng û dîmen baştir bike ji 1'ê Gulanê û pê ve dest bi standareke nû ya weşanê dike. -
HPG: 12 leşkerên dijmin hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Heftanîn, Xakurkê û Şirnexê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. HPG'ê diyar kir ku herî kêm 12 leşkerên Tirk di çalakiyan de hatine kuştin. Hate ragihandin ku li Heftanînê di çalakiyê de 3 gerîla şehîd bûn. -
Daxuyaniya KCK'ê ya li ser Zînî Wertê: Em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin
KCK'ê diyar kir ku bangên hunermend, rojnamevan, KNK, kesayet û saziyên demokratîk ên li Kurdistanê yên li ser Zînî Wertê gelekî hêja ne û destnîşan kir ku wê berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. -
DÎAYDER: Rûxandina goran dijminatî ye, bêhurmetî ye
Komeleya Alimên Olî ya Stenbolê (DÎAYDER) nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê yên li dijî gorên gerîlayan da û got ku “Ev kîn, nefret û hovîtî tê wateya bêhurmetiya li hemberî civaka Kurdan û dijminatiya li dijî cenazeyan.” -
Eksîk: Tayînkirina qeyûm nîşaneya dijminatiya li Kurdan e
Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir, tayînkirina qeyûman nîşaneya berbiçav a dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan e û destnîşan kir, wê vê bêhiqûqiyê tu carî qebûl nekin. -
Bayindir: Polîtîkaya qirkirinê didome
Hevserokê DBP'ê Bayindir got, tecrîd, guhertina di qanûna înfazê de û êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê encama polîtîkayên qirkirina Kurdan e.