KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Bazîdê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Bazîd a Agiriyê li girê li ber qereqola Ayzekê çalakiyek kirin. Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin. -
ESP: Li dijî dagirkeriyê em bi gelê Kurd re bin
ESP'ê bal kişand ser êrişên dagirker û mêtinger ên dewleta Tirk û bang li PDK'ê kir ku hêzên xwe yên leşkerî vekişînin. ESP'ê bang li şoreşgeran jî kir ku bi gelê Kurd re bin. -
Partiya Însan û Azadî banga yekîtiya netewî kir
Partiya Însan û Azadî derbarê rûdana li Zînî Wertê daxuyaniyek niviskî da û got,''’Di vê demê de yekitiya netewî êdî bûye cîhê hebûn û tunebûnê. Cudahî û nakokiyên di navbera hêzên Kurdan de divê bi aşitî û bê xwînrijîyê bêne çareser kirin.'' -
Li Wanê êrîşên li ser Zînî Wertê hate şermezarkirin
Li Wanê ciwanan êrîşên li ser herêma Zînî Wertê şermezar kirin. -
'Aliyên Başûr bi planên Tirkiyeyê alozî li Zînî Wertê çêkirin'
Li gorî çavdêrên siyasî yên bajarê Kerkûkê, aloziya li Zînî Wertê encamek ji hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e û bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kirin ku pêşî li planên dewleta Tirk bigirin. -
Ûveyş a ji Amarayê
Hûnê şahidiyê ji wê biyografiyê re bikin ku hêza hezkirin afirandiye çawa vediguhere hêrseke mezin... -
Qedexeya derketina nava rojê li Kerkûkê hate rakirin
Maseya Kirîzan a Kerkûkê biryar da ku ji sibe û şûnde li Kerkûkê welatî dikarin 5 roj di nava hefteyê de ji saet 6’ê sibehê heya 6’ê êvarê derkevin derve. -
Rastiya bûyera Zînî Wertê
Plana Dewleta Tirk heye ku Qendîlê dagir bike. Dixwaze PDK’ê jî bike şirîkê xwe. Dewleta Tirk dijmin e, her cure planan dike. Divê KDP piştgiriyê nede wan. Dewleta Tirk bêyî piştgiriya PDK’ê nikare Qendîlê dagir bike. Divê PDK di planeke wisa de nebe. -
Rêveberiya Şengalê ji bo xweparastina ji vîrûsa koronayê bang kir
Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li gelê Şengalê kir ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa koronayê, li gorî tevdîran tevbigerin û guh bidin bangên saziyên tenduristiyê. -
HPG: Li Lêlîkanê 6 leşkerên dijmin hatin kuştin
HPG'ê diyar kir ku 19'ê Nîsanê li herêma Xakurkê li artêşa Tirk a dagirker dane û di encamê de herî kêm 6 leşker hatine kuştin. -
KCD’ê derbarê geşedanên li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da
KCD’ê bal kişand ser planên qirêj ên li Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bike. -
Şêniyên Zînî Wertê bi daxwaznameyekê xwestin hêzên PDK'ê vekişin
Şêniyên herêma Zînî Wertê bi daxwaznameyekê ji hêzên PDK'ê xwestin ku ji herêmê vekêşin. -
Dewleta Tirk bombe li derdora Zînî Wertê barand -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker bombe li nuqteyeke nêzî Zînî Wertê barand ku bi rojane alozî lê zêde bûye. -
'Xemsariya dewletê li ser tendirustiya mirovan dibe gef'
Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kawa û Serokê Bajêr ê CHP’ê Mehmet Kûrûkçû diyar kirin ku penaber hê jî tên Wanê û ji ber hatina bêkontrol wan xwestine ku ji bo şewba koronayê zêde nebe, divê tevdîr were stendin. -
KNK'ê bang li hêzên Kurdistanî kir: Bibin yek deng; planên dijmin têk bibin
Hevserokên KNK'ê di mijara Zînî Wertê de nameyek vekirî ji lîderên Kurdan re şand û destnîşan kirin, ku dema mijar hebûn û tunebûna Kurdan be divê hêzên Kurdistanî nakokiyên xwe bidin aliyekî û bibin yekdeng. -
Hunermendên Kurd ji bo yekîtiyê bang kirin
Platforma Hunermendên Kurdistanê bang kir ku pirsgirêka li Zînî Wertê rû daye bi rêya diyalogê bê çareserkirin û ji hêzên Kurdistanî xwest ku li gorî berjewendiyên neteweyî bi berpirsyarî tevbigerin. -
Xemsariya li Wanê dibe sedem ku hejmara nexweşan zêde bibe
Li Wanê, ji ber negirtina tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hejmara nexweşan zêde dibe. Ji ber xemsariyê, hejmara mirovên li gundê Ormetaş ê navçeya Elbakê bi vîrûsê ketine gihîşt 44 kesî. -
Esnafên Kerkûkê: Hikumet û rêveberiya bajêr alîkariyê nadin me
Esnafên bajarê Kerkûkê diyar kirin ku hikumeta Iraqê û rêveberiya bajêr alîkariya wan nake û ji ber vê bêxwedîbûnê ew ketine nav fikaran. -
Aloziyên PDK’ê yên li Zînî Wertê
Ji destpêka meha Nîsanê ve PDK li Zînî Wertê ya herêma Karoxê di bin navê kontrolkirina belavbûna vîrûsa Koronayê de aloziyek da destpêkirin, li aliyê din jî di bin navê bicihkirina hêza de dixwaze desthilatdariya xwe îspat bikin. -
Şêniyên devera Zînî Wertê ji PDK’ê re gotin: Em we naxwazin
Ji welatiyên gundên navçeya Wertê, Dola Reqe, Dola Şawrê, Dola Pilingan û şêniyên devera Raperîn ber bi Zînî Wertê ve çûn û bi awayekî eşkere ji hêzên PDK’ê re ragihandin ku “Em we li vir naxwazin.” -
Sedema fikarên YNK û PKK'ê ya ji ber Zînî Werteyê
Piştî PDK’ê hêz li Zînî Wertê bi cih kir, YNK û PKK’ê fikarên hişk nîşan dan. -
Gelê Wertê û Serkepkan wê dijî aloziyê helwestê eşkere bike
Gelê Wertê û Serkepkanê li dijî aloziya Zînî Wertê û Serkepkanê ji bo ku helwesta xwe ya ku piştî PDK'ê hêzên xwe birin herêmê dest pê kirî nîşan bidin li hev civiyan. Civîn hê jî didome. -
Rewşa dawî ya Zînî Wertê!.. -NÛ BÛ
Nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen çû herêma Zînî Wertê û bicihbûna hêzên PDK'ê ji nêz ve şopand. Balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk jî bênavber li ser herêmê difirin. -
Bi hiqûqa dijmin terkî mirinê kirin
Hevrokê TUHAY-DER'ê ya Wanê Başak got hikûmeta AKP-MHP'ê li gorî xwe pênaseyeke 'teror'ê kiriye û di serdemeke wiha de ku bi girseyî mirov dimirin bi hezaran mirov terkî mirinê kirine. -
Gefên PDK'ê û helwesta aliyan
Ev demeke li Zînî Wertê nakokîyek çêbûye, derbarê rewşê de nirxandinên cûda têne kirin.