KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Naskirina Hakî Karer naskirina PKK'ê ye'
Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Dersim got, "Naskirina hevalê Hakî naskirina PKK'ê ye. Fêhmkirina hevrêtiya wî ya bi Rêbertî re fêhmkirina hevrêtiya PKK'ê ye." -
Îranê Kurdek din îdam kir
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê Kurdê bi navê Husrev Beşaret ê ji Mehabadê ku 14 sal di girtîgehê de dihat ragirtin, bidarve kir. -
13 kesên ku xespkirina îradeyê protestokirin hatin girtin
Li Wan û Bedlîsê di serdegirtina malan de kesên hatibûn binçavkirin, 13 kes bi hinceta ku li Wanê beşdarî çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê bûne hatin girtin. -
Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan hat pîrozkirin
Li gelek bajaran bi boneya Cejna Zimanê Kurdî aktîvîteyên weke konser, atolye, dengbêjî û xwendina helbestan hatin lidarxistin. -
Qeyûmê Sûrê 470 hezar TL ji qeymeqamtiyê re şandiye
Hevserokên DEM Pariyê yên li Şaredariya Sûrê lêkolînên xwe didomînin diyar kirin ku qeyûmê xespkar 470 hezar TL butçe ji qeymeqamtiyê re şandiye. -
Jinan li ber Şaredariya Bêrecûkê banga îstifayê li Begît kirin
Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, nerazîbûna li hemberî Mehmet Begît dewam dike ku di hilbijartinên xwecihî de bi navê DEM Partiyê hatibû hilbijartin, lê belê xiyanet li partî û hilbijêrê xwe kir û 29'ê Nîsanê ji partiyê îstifa kir -
Meşa Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
Li Amedê ji bo Cejna Zimanê Kurdî meşek hate lidarxistin. Li meşê peyam hatin dayin û hate gotin, "Zimanê me hebûna me ye. Ji bo zimanê xwe yê dayikê em ê hemû derfetên xwe seferber bikin." -
Gerîla li Avaşîn, Zap û Metînayê li dagirkeran dan
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metînayê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de kamerayeke mobesseyê hate îmhakirin. -
Platforma Zimanê Kurdî: Asîmîlasyon dibe sedema şer
Platforma Zimanê Kurdî bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û got, "Asîmîlasyon dibe sedema şer." Platformê bang kir ku li her qadê bi Kurdî biaxivin. -
KONGRA Gel Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. -
PKK’ê Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta wî de bi bîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê rêberê şoreşger ê mezin û şehîd mezin ê destpêkê yê tevgera Azadiya Kurd Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta wî de bi bîr anî. -
HPG: Mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 7'ê Kanûna 2021'ê li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got, "Heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke xurt û dilsoziyeke kûr têkoşiyan û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin." -
KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li her kesî kir ku rê nedin asîmîlasyonê. -
Kalkan: Li dijî Abdullah Ocalan hevkariya sûc heye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne birîn hîleyeke hiqûqê ye ku ji bo astengkirina biryara jinûve darizandinê ya DMME'yê tê kirin. -
Li gundên Kanîreşê operasyona leşkerî
Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Kanîreşê ya Çewlîgê êrîşa leşkerî da destpêkirin. -
Hêzên dewleta Îranê Kurdek qetil kirin
Hêzên dewleta Îranê li gundê Çomanê yê Banê welatiyê Kurd ê bi navê Mûîn Tofîq Pûre qetil kirin. -
Li Kelarê wesayitek qelibî: 4 xwendekar mirin, 7 jî birîndar bûn
Li herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê, li ser rêya Kelar-Kifrî wesayitek ku xwendekar tê de bûn qelibî. Di encamê de 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. -
HPG: Kepçeyek hate îmhakirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê bi çekên giran li kepçeya dagirkeran xistin ku hewl dida li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê rê çêbike û îmha kirin. -
Şaredariya Qoserê bi xisarên qeyûm ve mijûl e
Yek ji deverên ku du serdem in ji aliyê talankeriya qeyûm ve gelekî balê dikişîne, Şaredariya Qoserê ye. DEM Partiyê şaredarî bi 106 milyon TL'yî bi deyn wergirt. Şaredariya ku ji bo paqijiyê jî personelên xwe yên têrker nîne, bi avê me mijûl e. -
'Cihê me çiyayên Kurdistanê ye'
25 gerîlayên ku li Dewreya Şehîd Serxwebûn Serhed a Dibistana Şehîd Erdal perwerdeya xwe qedandin, diyar kirin ku wê vê perwerdeyê bikin bingeha têkoşîna têkbirina sîstemê û gotin, "Cihê me çiyayên Kurdistanê ye." -
Dewleta Tirk qadên Metîna û Berwarî Bala bombebaran kir
Dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê zozanên Berwarî Bala û Metînayê bombebaran kir. -
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê giliyê Ziya Turk kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyand ku giliya Turk hatiye kirin û derbarê wî de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin. -
Li Sûrê meş û banga tevlîbûna çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bang li gelê Sûrê kirin ku tevlî çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bibin. -
Kolandina gora komî ya Kora Elo Enter destpê kir
Kolandina Gora Komî ya Kora Elo Enter a li Telaferê ku tê texmînkirin cenazeyên nêzî 2 hezar kesî tê de ne û piraniya wan jî Şengalî ne, destpê kir. -
'Her zimanek civakekê dide pênasekirin'
Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Xwedîderketina li ziman, xwedî derketina li civakê ye.”