KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn heta kêliya dawî li ser xeta Rêbertî bi biryardarî meşiyan." -
Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê hîn bêhtir kar bê kirin
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku wê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li dijî jin û ciwanan hîn bêhtir kifş bikin, li ber rabin. -
Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiya
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Şengalî vedigerin warê xwe
Vegera xelkê Şengalê yên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, didome. 79 malbat ji Kampa Êsiya ya girêdayî Dihokê vegeriyan Şengalê û piraniya wan li Digurê bi cih bûn. -
Tevgera Azadî: Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê pêş ve diçe
Tevgera Azadî got, “Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Herêma Kurdistanê pêş ve çû.” -
Jinên Ereb jî tevlî kampanya 'Serok mêvanê mala we ye'
Meclîsa Jinên Ereb jî tevlî kampanya 'Serok mêvanê mala we ye' bû, ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê lidarxistin. -
Ji ber deynê qeyûm ê talanker eletkrîka MARSÛ hate birîn
DEDAŞ'ê deynê qeyûm ê talanker kir hincet û elektrîk li ser MARSÛ'yê birî. -
Besê Hozat: Divê teqez em azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat: Divê em ji gelek civakan, mirovan tevlî Pêngava Azadiyê bikin. Bi rêbazên hîn dewlemendtir, em fikrê Rêbertî û paradîgmaya wî belav bikin û teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. -
Ji Bexdayê ji bo hindikahiyên li Başûrê Kurdistanê 5 kursî
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Cumane Xelay diyar kir ku Tirkmen, Xiristiyan û Ermenên li Herêma Kurdistanê ya Federal wê bi 5 kursiyan bêne temsîlkirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne 5 kes hatin binçavkirin. Bi heman hincetê herî kêm 43 Kurd girtî ne. -
Doh 70 malbat vegeriyan, 79 malbat jî wê îro vegerin Şengalê
Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl li warê xwe vedigerin. Doh 70 malbat vegeriyan Şengalê û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Tê payin ku îro jî 79 malbat vegerin Şengalê. -
Gerîlayên YJA Starê: Rêber Apo em kirin xwebûn
Gerîlayên ciwan ên YJA Starê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevahî mirovahiyê re vejîneke nû ye û wiha gotin: “Em dixwazin xwe bigihînin asta heqîqeta Rêber Apo. Bi rastî Rêber Apo em kirin xwebûn. Rêber Apo me fêrî têkoşînê kir.” -
MAK’ê li dijî midûriyeta emniyetê ya Nisêbînê çalakî kir
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li dijî tecrîd û qirkirina leşkerî û siyasî ya dewleta Tirk li dijî midûriyeta emniyetê ya Nisêbînê bi teqemeniyên destçêkirî çalakî kirine. -
HPG'ê cerdevanên ku tevlî êrîşa dagirkeriyê bûne hişyar kir!
HPG'ê hemû cerdevanên ku tevlî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bûne hişyar kir û got, "Cerdevanên ku bi roleke nexêr rabin wê rojekê teqez bêne darizandin û hesab ji wan bêne pirsîn." -
Li Şirnexê kesek hate girtin
Hêzên dewleta Tirk di 16’ê Gulanê de li navçeyên Şirnexê di serdegirtinên malan de 40 kes binçav kiribû û yek ji wan 40 kesan piştî proseya dadgehê hate girtin. -
Dîmenê kepçeya ku hate îmhakirin
Gerîla TV dîmenê kepçeyeke dagirkeran weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Zapê hate îmhakirin. -
Bayik: Eger gelê Kurd îro dîrokê dinivîsîne ev yek bi saya şehîdan e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got, "Di bingeha vê tevgerê de têkoşîna şehîdan heye. Eger gelê me îro li ser piyan be, dîrokê dinivîsîne, ji mirovahiyê re dibe hêviyeke mezin, bi saya van nirxan e." -
70 Malbat vedigerin Şengalê
Piştî zextên li ser Malbata Berzanî û rayedarên PDK'ê, îro rê ji 70 malbatan re hate dayîn ku vegerin Şengalê. Bi sedan malbatên din jî amadekarî dikin ku di rojên pêş de vegerin ser cih û warê xwe. -
Gerîlayê HPG’ê Sîdar Serhed şehîd bû
HPG’ê diyar kir ku gerîla Sîdar Serhed (Tûran Derdîyok) şehîd bû û got: “Li dijî hemû êrîşên li dijî gelê me hatine kirin, bi fedayî şer kir û wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih anî.” -
Li Geverê tecrîd bi çalakiyan hate protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek taxên Geverê hate protestokirin. -
Gerîlayan Hakî Karer bi bîr anîn
Gerîlayên HPG û YJA Starê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Hakî Karer bi bîr anîn û gotin, "Bi hêza ji gel û Rêberê xwe werdigirin em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin." -
Li Licê êrîşên dagirkeriyê
Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Şehîd Remzî ya Licê êrîşeke leşkerî ya berfireh da destpêkirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dengê teqînên bihêz û dengê çekan hatiye bihistîn. -
Sempozyûma Zimanê Kurdî didome
1’emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya ji aliyê Şaxa Wanê ya Egîtîm Sen’ê ve hatî lidarxistin, di roja 2’yan de didome. -
Dadgeha Bexdayê wê têkildarî îtîraza Barzanî bicive
Dadgeha Federal a Bilind a li Bexdayê wê ji bo nirxandina îtîraza Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bicive. -
Li gel astengiya PDK'ê jî Şengalî vedigerin cih û warê xwe
Xelkê Şengalê yê li kampên Başûrê Kurdistanê li gel astengiyên PDK'ê jî vedigerin ser cih û warê xwe. Tenê hefteya derbasbûyî 20 malbat vegeriyan Şengalê û dest bi avakirina jiyana xwe kirin.