Zozanên Berçalanê, ji bo mîhrîcanê amade ne
Zozanên Berçalanê, ji bo mîhrîcanê amade ne
Zozanên Berçalanê, ji bo mîhrîcanê amade ne
Amedekariyên 1. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Berçelanê ku dê ji aliyê Şaredariya Colemergê ve di navbera 28, 29, 30 Hezîranê de li Zozanên Berçelanê pêk bê, ber bi dawîbûnê ve diçin.
Ji bo mîhrîcanê, ji aliyê Şaredariya Colemêrgê ve 20 kon li Zozanên Berçelanê hatin vedan. Karkerên şaredariyê ji bo mêvanên ku dê werin mîhrîcanê rojên xweş derbas bikin li Zozanên Berçelanê qada futbol û voleybolê çêkirin.
Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu xebat di cih de kontrol kir û diyar kir ku ew bi salan e ji bo mîhrîcan baş derbas bibe amadekariyê dikin û got: "Ji ber ku li herêmê gelek caran di navbera gerîlayan û leşkerên tirk de şer derdiket û nûçeyên şehadetê dihatin, me gelek caran mîhrîcan betal dikir. Lê belê bi pêvajoya çareseriya demokratîk a ku ji aliyê Birêz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin me xwest ku em 1. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Berçelanê li dar bixin."
BERÇELAN LI BENDA MÊVANAN E
Bedirhanoglu destnîşan kir ku xebatên bo mîhrîcanê hemû bi dawîbûne û diyar kir ku Zozanên Berçelanê ji bo mîhrîcanê amade ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo mêvanên ku werin mîhrîcanê me 20 kon vedane. Ji bo pirsgirêka xwarinê jî bê çareserkirin me bi fîrmayên ku xwarinê çêdikin re li hev kirin."
Der barê Zozanên Berçelanê de jî Bedirhanoglu axivî û ev tişt got: "Li Zozanên Berçelanê mirov dikare 4 demsalan jî bibîne. Ji ber vê, em ji vir bang li mêvanên ku werin mîhrîcanê dikin û dibêjin ku bila li gorî vê rewşê werin." Bedirhanoglu diyar kir ku ew dixwazin ev mîhrîcana ku bê li dar xistin bibe wesîleya aştiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin sala were hevalên xwe yên girtî yên ji doza qirkirina siyasî di girtîgehan de dîl girtin li cem me bin û em pevajoya çareseriyê ya birêz Ocalan silav dikin."