Zilma AFAD'ê ya li Kobaniyan rê li ber mirina bebek vekir!
Ji ber Servîsa Lezgîn a 112 bi hinceta "ewlekariya jiyanê nîne" nehat wargeha Şehîd Gelhat Fatma Mihemed bebeka xwe ji dest da.
Ji ber Servîsa Lezgîn a 112 bi hinceta "ewlekariya jiyanê nîne" nehat wargeha Şehîd Gelhat Fatma Mihemed bebeka xwe ji dest da.
Fatma Mihemed a bi 6 mehan ducanî bû û ji ber zilma DAIŞ'ê ji Kobanê neçar ma derbasî Pirsûsê bibe û li Wargeha Şehîd Gelhat bicih bû, dema sanciyên wê zêde bûn bang li Servîsa Lezgîn a 112 hat kirin. Lê belê Servîsa Lezgîn 112 bi hinceta 'ewlekariya wan nîne' neçû wargehê û Fatma bebeka xwe winda kir. Fatma diyar kir ku bebeka xwe ji ber helwesta dewleta Tirkiyeyê winda kiriye û got: "Em ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan, lê em ji ber Tirkiyeyê ne reviyan. DAIŞ em ne kuşt, wan em kuştin. Ez bi çend salan bi hesreta bebeka xwe dijîn, wan jî kuştin. Xeyalên min ji min dizîn."
Koçberên Kobanê yên ji ber çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terikandine û hatine Pirsûsê, di bin şert û mercên giran de dijîn û rastî pêkanînên kêfî yên Tirkiyeyê tên. Welatiya bi navê Fatma Miheme (22) ducanî ya 6 mehî di konbajarê Sehîd Gelhat dimîne dema sanciyê wê zêde dibe bang li Servîsa Lezgîn a 112'an dike. Servîsa Lezgîn a 112 bi sedema 'ewlekariya wan nîne' neçû konbajar û Fatma bebeka xwe winda kir. Dema ambûlansa nehat welatiyên konbajar û xebatkarên dildar bi îmkanê xwe Fatma birin Nexwesxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Fatma diyar kir ku dema hatiyê nexwesxaneyê jî doktor ji wê re gotiye 'em nikar e li te binêrin' û ew sewqî Dîlokê kirine.
'BEBEKA MIN JI BE FERASETA TIRKIYEYÊ MIR'
Fatma da zanîn ku bi xeyala bebekê xwe dijî û bebekê wê, bi feraseta dewleta Tirkiyeyê miriye û wiha axivî: "Serê sibê sanciyê min zêde bû. Bebeka min hîn şeş mehî bû. Hevalan bang 112'an kirin lê mixabin nehatin. Gotin 'ewlehiya me nîne', nêzî sînor e em nikarin werin. Li çare serê xwe binerin. Em çûn Nexwesxaneya Dewletê ya Pirsûsê, lê li min ne nêrîn. Ji wêderê min sevqî Dîlokê kirin û heta ez gihaştim Dîlokê, bebeka min di zikê min de jiyana xwe ji dest da."
'XEYALÊN MIN JI MIN STENDIN'
Fatma got, "Doktorên Dîlokê ji wê re gotine 'eger tu seatek berê hatibûya me yê bebeka te xilas bikira'. Feraseta dewleta Tirkiyeyê bi zane bûn bebeka min ji min stendin. Xeyalê min ji min stendin. Em ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan, lê em ji ber Tirkiyeyê ne reviyan. DAIŞ em ne kuşt, wan em kuitin. Ez bi çend salan bi hesreta bebeka xwe dijîn, wan jî kuştin. Ez mafê xwe li wan helal nakim."
'JI BER KU EM LI AFAD'Ê NAMÎNIN AMBÛLANS NEŞANDIN'
Hevserê Fatma, Omer Mihemed jî anî ziman ku bebeka wan ji ber xemsariya dewleta Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Ji ber ku em li AFAD'ê namînin ne hat em ne birin. Nexweşxaneya Pirsûsê li me nenêrî em çûn Dilokê lê heta em gihaştin Dîlokê bebeka me mir. Em neçûn cem wan jî dest ji me bernadin. Her roj cereyana me dibirin. Her tim êrîşî me dikin. Armanca wan me bişînin AFAD'ê. Min bikujin jî ez naçim AFAD'ê. Wek dijmin li me dinêrin. Tu cudatiya wan û DAIŞ'ê tine ye."