Gerîlayan 30'ê Hezîranê roja çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxandin û destnîşan kirin ku Zîlan ji bo wan xeta têkoşînê ye û ew şopdarên wê ne.
HELGÛRT BAGOK / ANF
BEHDÎNAN
duşem, 29 pûşperê 2015, 08:06
Gerîlayan 30'ê Hezîranê roja çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxandin û destnîşan kirin ku Zîlan ji bo wan xeta têkoşînê ye û ew şopdarên wê ne.
Di 6'ê Gulana 1996'an de li paytexta Sûriye Şamê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi destê dewleta Tirk hewldana komployeke navneteweyî hat kirin. Ev komplo hem li nava gelê Kurd hem jî li nava gerîlayan rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Mesaja herî tund a li dijî komploya li hemberî Ocalan li Dêrsimê di 30'ê Hezîrana 1996'an de ji Zeynep Kinaci (Zîlan) hat. Zîlan bi çalakiya xwe re mesajeke mezin da dewleta Tirk. Çalakiya Zîlan ku ji aliyê gerîla jî werçerxeke, di roja îro de jî ji bo gerîla mînak e.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, 30'ê Hezîranê roja çalakiya Zîlan nirxandin. Gerîlayan diyar kirin ku Zîlan ji bo wan xetek e û ev xal destnîşan kirin.
DILGEŞ GEVER: Çalakiya Şehîd Zîlan ji bo me xetek e. Xeta dijderketina li komploya li hemberî Rêbertiyê ye. Xeta Şehîd Zîlan xeteke em ê esas bigirin e. Şehîd Zîlan çû lê li dû xwe bi hezaran Zîlan hişt. Em ê bibin şopdarên vê xetê.
MAZLÛM MÛŞ: Rêbertî jî dibêj 'Zîlan Xwedawenda demê ye. Ez Şehîd Zîlan weke fermandar dibînim.' Ev ji bo me jî derbasdar e. Çalakiya Şehîd Zîlan pêşî li gerîla vekir. Çalakiya wê ji bo gerîla bû taktîkeke nû. Em niha di rêya Şehîd Zîlan de dimeşin û em ê heta dawiyê jî di vê rê de bimeşin. Em hevala Zîlan ji xwe re weke fermandar dibînin û xeta wê ji xwe re esas digirin.
RAMAN EVRÎM: Di destpêkê de di şexsê Şehîd Zîlan de em hemû şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi mînetdarî bibîr tînin. Çalakiya hevala Zîlan çalakiyek bersivê ye li hemberî komploya sala 1996'an di şexê Rêbertî de li dijî gelê Kurd hat kirin. Ruhê çalakiya fedaî bi hevala Zîlan re derket qonaxeke bilindtir. Ya ku îro ji me tê xwestin, pêşveçûna di rêya şehîdan de ye.
RÛBAR SPERTÎ: Di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de wateyeke mezin a 30'ê Hezîranê heye. Eger em dîroka Kurdistanê bînin ber çavê xwe, em ê bibînin ku çalakî û sekna Şehîd Zîlan xwedî wateyeke mezin e. Hevala Zîlan seknek li dijî desthiladarî, zilm û êrîşkariyê ye. Hevala Zîlan beriya her tiştî sekin û çalakiyeke dîrokî ye ku Rêber Apo û nirxên gelê Kurd diparêze. Li hemberî Rêbertiyê komploya navneteweyî destpê kiribû. Sekna wê rojê li hemberî komploya navneteweyî hat nîşandan, rojeke dîrokî ye. Eger Rêber Apo hevala Zîlan weke Xwedawenda xwe dîtibe, bê guman hevala Zîlan Xwedawenda Kurdan hemûyan e. Ji ber ku Xwedawendeke ku nêrîna wê bi azadiyê dagirtiye. Careke din em di şexsê hevala Zîlan de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin.
SORXWÎN CÛDÎ: 30'ê Hezîranê tê wateya vejîn û ji nû ve jiyanê. Hevala Zîlan gotibû, 'Ji bo avakirina jiyaneke mezin ez vê çalakiyê lidar dixim.' Ew ji bo me bû pêşengek. Em jî îro weke şopdarên Şehîd Zîlan têdikoş in. Hemû destketiyên îro yên li Rojava bi saya Şehîd Zîlan û hemû şehîdên me pêk hatine. Eger îro ew ruhê fedaî nehatibûya nîşandan, îro ev nedibû. Xeta azadiya jinê ewçend bi pêş ve nediçû.
VIYAN KOBANÊ: Çavkaniya çalakiya hevala Zîlan dîroka mirovahiyê ye. Çawa ku jin xwedî li dîroka xwe derdikeve û jinê bingeha jiyanê daniye, hevala Zîlan jî kesayetiyeke bi vî rengî bi xurtî nîşan daye. Hevala Zîlan jiyana însanî û xwedîderketina li Rêberê rastiyan e. Yê ku jin ji nava tarîtiyê derxist ronahiyê Rêbertî bû. Hevala Zîlan jî Rêbertî gelekî baş fêm kir û ew bi cih anî. Rêbertî dibêje hevala Zîlan bi çalakiya xwe re bû fermandara min. Em ê jî heta dawiyê xeta Zîlan biparêzin û bibin şopdarên wê.