Zîlan li Adigeyê hat bîranîn
Gerîlaya PKK’ê Zîlan di salvegera çalakiya xwe de li Komara Xweser a Adigey hat bîranîn.a
Gerîlaya PKK’ê Zîlan di salvegera çalakiya xwe de li Komara Xweser a Adigey hat bîranîn.a
Gerîlaya PKK’ê Zîlan di salvegera çalakiya xwe de li Komara Xweser a Adigey hat bîranîn. Endama KJK'ê Asmîn Kobanê di axaftina xwe ya li vir de got: "Hevrê Zîlan bi vê çalakiya xwe re rêya tekoşîna rast û xwedî derketina li nirxan, nîşanî gelê Kurd da."
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey a Federasyona Rûsyayê dijîn, di 19. salvegera çalakiya gerîlaya PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) de li hev civiyan. Civîna ku li avahiya organizasyona çand û hunera Kurd a Agirî de hat li darxistin ji bo giyana cangoriyên Kurdistanê bi yek deqeyê rêzgirtinê ve hat despêkirin. Piştî rêzgirtinê li sînevîzyona ku jiyan û çalakiya Zîlan vedibêje hat temaşekirin.
Di dewama civînê de endama KJK’ê Asmîn Kobanê li ser wateya çalakiya Zîlan û bûyer û qewimînên li Kurdistanê axivî. Di nirxandina xwe de Kobanê diyar kir ku Zîlan cihê ku hêvî lê diqede dengê hêvî û serketinê ye û got: "Di sala 1996’an de li peytexta Sûriye Şamê li dijî Serokatiya me êrîşek bombeyî pêk hat. Piştî êrîşa bombeyî kesa ku yekem car ev êrîş pûç kir hevala Zîlan bû. Di heman demê de çalakiya heval Zîlan di têkoşîna azadiya gelê Kurd jî rûpelek nû ya tekoşînê vekir. Êdî rêbaza hevala Zîlan ji bo hemû şervanên azadiyê bû mînakek herî mezin. Lê tişta ku herî girîng ev e ku biryardarî û îradeya girêdana heval Zîlan a dilsoziya bi Serok û nirxan ve girêdan bû".
Di dawiya axaftina xwe de Kobanê li ser rewşa dawî a li Kurdistanê wiha axivî: "Di van demê dawî de li welatê me gelek pêşveçûnên girîng tên jiyîn. Çeteyên DAIŞ bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî gelê me dikin û kesên sivîl qetil dikin. Dîsa dewleta Tirk ji bo gelê me li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî îrade çi ji destê wê tê dike. Ev jî dide diyar kirin ku binkeftina di hilbijartina de hîn hezim nekiriye û êşa wan hîn sar nebûye. Lewma îro serok Komarê Tirkiyê bi hemû kîn û nefreta xwe gefa li gelê Kurd dike. Lê gelê Kurd êdî bi van gefên pûç û vala natirse”.
Piştî aftina Kobanê Kurdistaniyên beşdarî civînên bû li ser rewşa dawî û der barê çalakiya Zîlan de hestên xwe anîn ser ziman. Civîn bi qîrîna dirûşmên “Şehît Namirin” û “Bijî Serok APO” bidawî bû.