Zarokên Şengalî yên şahidî ji komkujiyê re kirine
Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Şengalê rizgar bûne, li wargeha ji konan a Qorixê ya ji aliyê şaredariya Êlihê ve hatiye avakirin, hewl didin xwe li jiyanê bigirin.
Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Şengalê rizgar bûne, li wargeha ji konan a Qorixê ya ji aliyê şaredariya Êlihê ve hatiye avakirin, hewl didin xwe li jiyanê bigirin.
Beşek ji Kurdên Êzidî yên ji ber êrîşên dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê neçar man Şengalê biterikînin, li wageha Qorixê ya navçeya Êlih Qûbînê bicih bûn. Bi Hezaran Kurdên Êzidî, xwedî hêviya vegera li xaka xwe ne. Li aliyê din jî zarokên bi travmaya komkujiyê re rû bi rû ne, bi aktîvîteyên cihê reng tên rehabîlîtekirin.
Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Şengalê rizgar bûne, li wargeha ji konan a Qorixê ya ji aliyê şaredariya Êlihê ve hatiye avakirin, hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Bi sedan zarokên di komkujiyê de dê, bav û ferdên din ên malbata xwe winda kirin, li travmayeke giran rast hatin. Ji bo van zarokan sosylog, psîkolog û pedagogên di bin sîwana rêxistinên civakî yên sivîl de dixebitin, şahiyan lidar dixin. Li dû diyariyên li zarokan hatin belavkirin, hin aktîvîteyên cuda hatin lidarxistin.
Çend wêne ji jiyana rojane ya zarokên Şengalî yên ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn û li wargeha ji konan bicih bûn..