Zarokên Fîlîpînî û Kurd di festîvalê de tên cem hev

Zarokên Fîlîpînî û Kurd di festîvalê de tên cem hev

Zarokên Fîlîpînî û Kurdistanî, di 28'ê Îlonê de di festîvala hevpar a Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî û Rêxistina Jinên Fîlîpînî Gabrîela de tên cem hev. Di festîvala li Navenda Civaka Demokratîk a li bajarê Den Haagê de, wê zarokên çanda her du welatan bidin nasandin.

EGER HÛN BI ÇAVÊ ZAROKAN LI CÎHANÊ BINÊRIN...

Xebatkara IFWF Gulcan Karademîr a di komîteya amadekar a festîvalê de cih digire bi van gotinan pêwîstiya organîzasyoneke bi vî rengî anî ziman: "Di êrîşên DAIŞ'ê yên li Rojava û Şengalê de herî zêde jin û zarok mexdûr in. Bi sedan wêneyên rojnamevanan kişandine mirovan bi wijdanê xwe re rû bi rû dihêlin. Zarok ne aliyekî vî şerî ne, lê yên berdêlê didin ew in. Halbûkî eger bi çavê zarokan li cîhanê bê temaşekirin, hingî cihêkariya ziman, ol û nîjad namîne."

Ji bo festîvala "Bata-Zarok Kind Festival" rêxistina jinên Fîlîpînî Gabrîela, weqfa ji bo zarokên Fîlîpînî hatiye avakirin û Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî ku bi projeyên xwe yên ji bo zarokan tê naskirin, berî 4 mehan dest bi xebatê kirin. Her du weqfan dan xuyakirin ku bernameya wan bi temamî ji bo zarokan e û bal kişandin ser girîngiya tevlîbûna malbatan bi zarokên xwe re. Hat destnîşankirin ku naveroka bernameya festîvalê ji bo xurtkirina hêza xeyalê, şêweyê ramanê û sosyalîteya zarokan e.

WÊNE, GOVEND, RÎTM Û MUZÎK

Bernameya festîvalê wiha ye: Di dema merasîma vekirinê de wê nepoxên zarokan li ser xeyalên xwe nivîsandine werin firandin. Dûre di beşên wêne, govend, rîtm û muzîkê yên bi mijar aştiyê de, 4 workshopên cuda werind anîn.

Li workshopan wê zarok huner, afirîneriya xwe bi pêş bixînin û çanda hev nas bikin.

Bernameya li ser dikê jî wê saet di 16'an de destpê bike. Li vir jî nûnerên saziyên festîval organîze kirine, wê li ser mafên zarokan kurte axaftinan bikin. Berhemên zarokên li workshopan derxistine holê jî wê di bernameya li ser dikê de bên nîşandan. Pêşkêşvan û hunermendên bernameyê jî wê zarok bin. Zarokên Kurd ên li Navenda Civaka Demokratîk a Den Haagê perwerdeya ziman dibÎnin jî wê bi sirûdên Kurdî derkevin ser dikê. Di festîvalê de wê mînakên ji mutbexên Fîlîpîn û Kurdistanê jî bên nîşandan.