Li Êlihê zarokê bi navê Î.P. yê 16 salî hate binçavkirin.
Polîsan şevê din li taxa Yavuzselîm a Êlihê zarokê bi navê Î.P. yê 16 salî dema ku diçû mala xwe binçavkirin. Sedema binçavkirina Î.P. nehate zanîn. Hate hînbûn ku Î.P. li Qereqola Polîsan ya Şehîd Hasan Gul tê girtin. Li bendêne ku Î.P. derbixin dozgeriyê.