Yuksekdag: Wê dîsa têk biçin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Yekemîn Kongreya Awarte ya Bursayê de axivî û wiha got: " Niha dîsa tiştên ku ceribandibûn derdixin pêşberî me. Hûn ê dîsa têk biçin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Yekemîn Kongreya Awarte ya Bursayê de axivî û wiha got: "Gelek caran biryarbûna me ceribandin. Niha dîsa tiştên ku ceribandibûn derdixin pêşberî me. Hûn ê dîsa têk biçin." Yuksekdag têkîldarî lihevkirina AKP, CHP û MHP'ê ya di mijara rakirina destnediyînan de jî nirxandina "dibêjin qey 3 şaşîtî bên cem hev wê rastiyekê bibe, lê HDP’e wê 3 şaşîtiyan berteref bike" kir. 

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag beşdarî Yekemîn Kongreya Awarte ya Bursayê bû. Kongereya HDP'ê ya Bursayê diyarî Ferdana Kiliç û kurê wê Nartan Kiliç ên ku di qatlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin. Bi rêzgirtinê û dirûşma "Şehîd Namirin" ve kesên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. 

Piştî hilbijartina dîwanê û axaftina hevserokê HDP'ê yê Bursayê Yuksel Akgun, Yuksekdag axivî. Yuksekdag bal kişand li ser polîtîkayên şer ê AKP'ê yên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê û diyar kir ku AKP ji bo ku xwe di desthilatdariyê de bigire her çar aliyê welat kiriye cihê şewatê. Yuksekdag der barê êrîşên li dijî bajarên Kurdistanê jî nirxandin kir û wiha got: "Gelek caran biryarbûna me ceribandin. Niha dîsa tiştên ku ceribandibûn derdixin pêşberî me. Dîsa dixwazin hêza me ya berxwedanê û sebra me biceribînin. Lê, hûn ê dîsa têk biçin. Ji bilî êrîşê nikarin tiştekî bikin. Tekane pêkanînên vê hikûmetê şer û pevçûn e."

'ZAROKÊN KURD ÊN KU QETIL DIKIN NAVÊ BERXWEDANÊ NE'

Yuksekdag bi lev kir ku ji 7'ê Hezîranê heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: "Di şerê ku ji me tolê digirin dan destpêkirin de me bi sedan canê xwe winda kir. Mirovahiya me, nirxên me yên dijîn kirin hedef. Ev desthilatdara siyasî nahêle zarokên vî gelî mezin bibin. Dibêjin heke ev zarok Kurd bin, qetilkirina wan wacîb e. Sed sal in di nava şaşîtiyê de ne, îro jî wisa ye. Ew zarok wê mezin bibin û desthilata we ya zalim têk bibe. Zarokên Kurdan ên ku di salên 90'î de bajarên wan hatin şewitandin, dayik û bavên wan xistin girtîgehan, îro li çar aliyê jiyanê bûne navê berxwedanê, bûn navê serînetewandinê."

'WÊ WEKÎ YÊN BERIYA XWE BIHELIN Û BIÇIN'

Yuksekdag bi lêv kir ku AKP jî rêbezên desthilatdarên beriya xwe diceribînê û nirxandina "yên ku pirsgirêka Kurd nikarin çareser bikin û hewale kirin, wekî cemedê heliyan û çûn. Wê desthilatdariya AKP û Qesrê jî bihele. Yên ku ji îro şûn de jî me tehdîd dikin, ên ku berxwedêriya me diceribînin, bila baş bizanibin ku ew planên tarî yên ji bo HDP'ê çêdikin wê bi serê wan de bê."

'BÊ AQILIYÊ BINÊRIN KU ME BI DESTNEDAYÎNAN TEHDÎD DIKIN'

Yuksekdag di axaftina xwe de bal kişand li ser nîqaşên rakirina destnedayînan jî û wiha berdewam kir: "Yên ku li gel hemû zor û zehmetiyan têkoşîna xwe didomînin ango me bi rakirina destnedayînan ve tehdîd dikin. Ma bê aqiliyê binêrin? Ey aqilên faşîst! Em ji we dipirsin dema ku me ew planên we yên tarî bi serê we de anî, ma destnedayînên me hebûn? Hûn ji her aliyê ve êrîş dikin, li her derê em têne qetilkirin, di van şert û mercan de jî me ahenga we xira kir. Me bi vê parlamenteyo ku wîdayên wê sist bûne dest bi têkoşînê nekiriye. Me got em li her derê qadên jiyanê hene."

Yuksekdag têkîldarî lihevkirina AKP, CHP û MP'ê ya ji bo rakirina destnedayînan jî nirxandin kir û got ku her sê partî li dijî HDP'ê bûne yek, tekane armanca wan heye tasfiyekirina HDP'ê ye, dibêjin qey 3 şaşîtî bên cem hev wê rastiyekê bibe, lê HDP’e wê 3 şaşîtiyan berteref bike.

Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de li dijî polîtîkayên şer banga berxwedanê kir. 

Di hilbijartina hate kirin de ji bo hevserokatiyê Yuksel Akgun û Fîlîz Erderoglu hatin hilbijartin.