Yuksekdag: Hûn ê di nav vê yekperestiyê de bifetisin

Yuksekdag: Ev meclîsa ku ji pîvanên damezirandina xwe dûr ketiye, her roj hê zêdetir yekperestiyê dispêre. Eger hûn bibêjin yek netew, hûn ê îxanetê li pirrengiyê bikin, hûn ê di nav vê yekperestiyê de bifetisin.

Yuksekdag: Em ê bikaribin bi ruhê Destûra Bingehîn a 1921’an ji van rojên zor rizgar bibin. Ev meclîsa ku ji pîvanên damezirandina xwe dûr ketiye, her roj hê zêdetir yekperestiyê dispêre. Eger hûn bibêjin yek netew, hûn ê îxanetê li pirrengiyê bikin, hûn ê di nav vê yekperestiyê de bifetisin.

Hevseroka Girştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di kongreya partiya xwe ya Êlihê de axivî, diyar kir ku ji 7'ê Hezîranê vir ve qasî 2 hezar rêveberên partiya wan hatine girtin. Yuksekdag di axaftinên xwe de diyar kir ku 23'yê Nîsanê salvegera avabûna meclîsê ye û wiha got: "Kesên ji bo avabûna meclîsê şahî li dar dixin, bi derbeya rakirina destnedanê ya li dijî HDP'ê re, dixwazin hebûna fîîlî ya meclîsê ji holê rakin. Ji me re her der meclîs e. Ka lê binêrin, meclîsên me yên herêmî û taxan hene. Em ne mehkûmê meclîsa ku we veguherandiye qefesê ne."

1'emîn Kongreya Awarte ya HDP'a Êlihê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hat li darxisitn. Kongreya ku li Sanona Dewetê ya Roza hat darxistin de, pankartên "Em rêveberiyên cewherî diparêzin neteweya demokratîk ava dikin", "Hûn nikarin bi rakirina destnedanê me bitirsînin", "Bi Rêberê azad bi jina azad, berbi civaka azad ve dimeşin" hatin daliqandin. Di kongreyê de Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes amade bûn.

Yuksekdag diyar kir ku di 3 salan jiyana siyasetê ya HDP'ê de, derbeke mezin li hişmendiya dewletê ya antî demokrat û înkarê hatiye xistin û ev tişt gotin: "Êrîşên li dijî partiya me bênavber di dewrê de ne. Bi taybeti li Êlihê hemû alavên êrîşê di dewrê de ne. Ji 7'ê Hezîranê û vir ve 2 hezar hevalên me hatin girtin. Li dijî hemû êrîşan jî bi biryardariyek mezin kongre pêk hat."

Yuksekdag bal kişand ser pêwîstiya avakirina meclîsek demokratîk a nû ku gelên Tirkiyeyê tê de cihê xwe bigirin û wiha axivî: “Em ê bikaribin bi ruhê Destûra Bingehîn a 1921’an ji van rojên zor rizgar bibin. Ev meclîsa ku ji pîvanên damezirandina xwe dûr ketiye, her roj hê zêdetir yekperestiyê dispêre. Eger hûn bibêjin yek netew, hûn ê îxanetê li pirrengiyê bikin, hûn ê di nav vê yekperestiyê de bifetisin. Îro desthilatdariya siyasî li vê nuqteyê ye. Hakîmiyet û despotîzma yek zilamî ye. Dixwazin ev rejîma yek zilamî li ser tevahî gelên Tirkiyeyê ferz bikin. Em vê qebûl nakin.”

Yuksekdag bal kişand ser pîrozbahiyên 23'yê Nîsanê jî û eşkere kir ku vîna meclîsê bi rakirina destnedanan  yekalî re tune hatiye hesibandin û ev tişt got: "Kesên ji bo avabûna meclîsê şahî li dardixin, bi derbeya rakirina destnedanê ya li dijî HDP'ê re, dixwazin hebûna fîîlî ya meclîsê ji holê rakin. Ev kes tehamûlî wekîlên gel jî nakin. Gelê me çawa di bin her şertên rewa de vîna xwe parastibe, em ê li hemberî we, bi heman awayî vîna xwe biparêzin. Ji me re her der meclîs e. Ka li meclîsên me yên taxan û herêman binêrin. Em ne mehkûmê meclîsa ku we veguherandiye qefesê ne. Desthilatdariya siyasî dixwaze bi mirinan jiyaneke bide ber me. Dixwazin emrê desthilatdariyê bi mirinan dirêj bikin, lê wê bi ser nekevin."

Yuksekdag ji ber salvegera komkujiya 1915'an di axaftinên xwe de cih da komkujiya ermenan jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hişmendiya berî sed salan û îro, li hemberî Kurdan xwe dubare dike. Divê em vê yekê bînin bîra wan. Êdî li hemberî we gelekî ku hûn karibin sirgûn bikin, di komkujiyê re derbas bikin tuneye. Ew komku jî beriya sed salî pêk hat, hûn hê jî newêrin bi vê komkujiyê re hevrû bibin."

Piştî xwendina raporên malî û xebatan, di hilbijartina bi yek lîsteyê de, ji bo hevserokên HDP'a Êlihê Fatma Kapaligoz û Îkram Îlgî hatin hilbijartin.