Yuksekdag: Em teslîmî zordestan nebûn, em ê teslîm nebin

"Bi hemû hêza xwe ve ji çar aliyan ve bi ser me de tên. Tevahiya hêzên xwe yên faşîst kirine yek û dorê li me digirin. Me gelek dorpêçî şikand, gelek bend hilweşand. Em ê vê bendê jî hilweşînin, vê dorpêçiyê jî bişikînin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag tevlî Yekemîn Kongreya Awarte ya partiya xwe ya Manîsayê bû. Konreya ku bi şiyara "Em sibehê ji îro ve ava dikin" tê lidarxistin bi beşdariya gelek nûnerên rexistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî pêk tê. Yuksekdag a ku li kongreyê axivî diyar kir ku HDP gelek caran rastî êrîşan hatiye û tevî vê yekê jî dev ji têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bernedaye. 

'EM TI CARÎ TESLÎMÎ ZORDESTIYÊ NEBÛN'

Yuksekdag destnîşan kir ku dema ku ji pêvajoyên bi zehmet derbas bûne bêzar nebûne û bi hêzeke xurtir dorpêçî şikandine. Yuksekdag got: "Em teslîmî zordestiyê nebûn. Rêya ji holê rakirina zordestiyê jî, bi ser êrîşan de çûyîn e. Eger em bi ser şerê heramiyan de neçin ev ê bê wateya teslîmbûna li zilmê. Zilm a we, israr jî ya me ye. Me ev israr ji canên ku gelê me winda kiriye, ji nirxên gelê me afirandiye girtiye. Ji ber vê yekê jî îradeya me naşikê. Bi hemû hêza xwe ve ji çar aliyan ve bi ser me de tên. Tevahiya hêzên xwe yên faşîst kirine yek û dorê li me digirin. Me gelek dorpêçî şikand, gelek bend hilweşand. Em ê vê bendê jî hilweşînin, vê dorpêçiyê jî bişikînin."

'HDP'Ê NÎŞAN DA KU ALTERNATÎF E'

Yuksekdag da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê şer û zilmê ferz dike, li dijî demokrasiyê faşîzmê ferz dike û dema ku vê yekê dike jî bi hemû hêzên xwe ve êrîş dikin. Yuksekdag wiha dewam kir: "Bila baş bizanibin ku gelek desthilatdarên zilmê dema xwe herî zêde bi hêz didîtin hilweşiyan. Îro desthilatdariya siyasî xwe bi hêz dihesibîne. Ji ber vê yekê jî wekî ku dibêjin 'hemû hêz di me de ye hûn kî ne' û êrîş dikin. Lê bila baş bizanibin ku em ê vê hînî wan bikin. Wekî hemû dîktatoran hûn ê jî di nava tarîtiya dîrokê de biçin. Em ê bên, em rêwiyên pêşerojê ne. Em ê vê rêyê teslîmî zaliman û zilmê nekin." Yuksekdag da zanîn ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de xalîçeya di bin desthilatdariyê de kişandiye, lewma hê jî nikare li ser lingên xwe bisekine. Yuksekdag ragihand, serketina HDP'ê di 7'ê Hezîranê de derxist holê nîşan da ku wê bibe alteranîfa vê ferasetê.

'DARBEYÊ DIKIN'

Yuksekdag anî ziman ku serê wan bilind e û wiha got: "Ew soza xwe nagirin. Heviya aştiyê dan gel. Gotin 'em ê referandûma demokratîk' pêk bînin'. Niha vê bawerî û heviyê bi talan û xerakirinê dibersivînin. 13 salin dîktatoriyê ava dikin. Darbeyê pêk tînin. Wekî bi mîlîtarîzmê re li hev hatibin. Îro bajarên Kurdan bi tank û topan xera dikin. Li parlamentê darbeyê dikin. Dibêjin em ê destnedayinê rakin. Niha ji ber fikrên xwe bi gefa ji avêtina meclîsê tên tirsandin. Em dibêjin hûn dirû, sextekar û hîlebaz in. Em dibêjin dema ku li dijî nasname û fikra we darbe bê kirin hûn wê rahêjin kumê xwe û birevin. Lê em ti carî li hemberî darbeyên we narevin. Em ê her dem we bişopînin û rastiyan derxin holê. Wm ê qirêjiyên we teşhîr bikin."

Yukdekdag da zanîn ku dibe ji meclîsê bên dûrxistin, lê wê nikaribin wan ji vîna gel ya demokratîk dûr bixin û di eniya hatiye avakirin de yekîtiya gelan heye. Yuksekdag destnîşan kir ku ev biryara bê dayîn wê weke deqek reş di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire. Lê ew ê bi hêzek hîn xurttir rêya xwe berdewam bikin. Yuksekdag, bang li raya giştî kir ku bêhtir xwe bi rêxistin bikin û di rêya demokrasiyê de meşa xwe berdewam bikin. 

Piştî axaftinan ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Bajêr Ahmet Ertaş û Birgul Sagsoz hatin hilbijartin.