Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, bi saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Kurd re li Buroya DBP’ê ya Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federal civînek li dar xist.
Yuksek 2 roj in li Hewlêrê hevdîtinan dike û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û rêveberên DBP’ê jî pê re ne.
Yuksek der barê civîna li Buroya DBP’ê ya Hewlêrê de axivî û diyar kir ku ji bo bi saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Kurd re cuda bi cuda plansaziyên hevdîtina hatine çêkirin, di pêvajoya ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de divê Kurd bi hev re tevbigerin. Yuksek wiha anî ziman: “ Divê ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn Kurd giştî bi hev re tevger bikin. Ruhê demê vê ji me dixwaze. Di perspektîfên neteweyî yên demokratîk de, weke gel divê em cih li gel hev bigirin. Îro me li Buroya xwe ya Hewlêrê li ser vê mijarê gotûbêjên kûr û bi nirx kirin. Me pilansaziyeke berfireh daniye pêşiya xwe. Di demeke nêz de di serî de Herêma Kurdistan Federal, bi partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl yên çar parçeyên Kurdistanê em ê ziyaret bikin. Em dixwazin civînên demokratîk pêk bînin. Di vê hêlê de me plansaziyek derxistiye.”
Yuksek bal kişand ser rewşa siyasi ya ku Herêma Kurdistan Federal di nav de û wiha axivî: “Em rewşa partiyên siyasî û parlamentoya herêma Federal a Kurd di nav de dizanin. Di serlêdanên me de eger bandoreke erênî li ser bike, em ê şanaz bibin.”
BANG LI PARTIYÊN SIYASÎ
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên li hember Kurdan bang li hemû partiyên siyasî kir û wiha got: “ Îro Kurd li Rojhilata Navîn, li hember êrîşên DAÎŞ’ê bi qehremanî li ber xwe dide, gelê ku têkoşînê dike ye. Em weke partî li hember van pêşketinên ku li Rojhilata Navîn pêk tên bêdeng nabin. Divê îro hemû partiyên siyasî di pêvajoyek bi vî awayî de li hember êrîşan bi yek dengî helwest bigirin û bi hev re tevger bikin.”