Yuksek: Bila hêviya gelê me hebe, em ê azadiyê bînin!
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Yuksek di kongreya partiya xwe ya Amedê de axivî û got; “Bila gelê me hêviya xwe winda neke, em ê lêgerîna xwe ya aştî, azadiyê bernedin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Yuksek di kongreya partiya xwe ya Amedê de axivî û got; “Bila gelê me hêviya xwe winda neke, em ê lêgerîna xwe ya aştî, azadiyê bernedin.”
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek di 4'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina DBP'ê ya Amedê de axivî û diyar kir ku polîtikaya şer a li herêmê tê meşandin li dijî hemû gelê Kurd e û got: "Ez bang li partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê dikim ku bibin yek. Divê em li dijî hemû fen û fûtan bibin yek."
Rêxistina Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) ya Amedê 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Sporê ya Peyasê pêk anî. Beriya kongreyê polîsan rêyên diçin salona sporê bi maşîneyên zirxî girtin. Rêveberên DBP'ê jî li dora salonê tevdîrên ewlehiyê girtin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, Dayikên Aştiyê, endamên TJA, KCD bi sedan kes amade bûn. Rêveberen DBP'ê salona kongreyê bi alên DBP'e xemilandin. Li pişt platformê jî posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin. Di kongreyê de sînevîzyona ku xebat û jiyana siyasetmedarên Kurd vedibêje hat pêşandan. Kongre bi hilbijartina dîwan û rêzgirtinê dest pê kir.
'EM Ê HER DERÊ BIKIN QADÊN BERXWEDANÊ'
Piştî hilbijartina dîwan û rêzgirtinê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî destkeftiyên Kurdan êrîş hene û wiha got: "Di vê pêvajoyê de ku li dijî Kurdan êrîş pêk tên, em kongreya xwe li dar dixin. Ev kongre wê kesên ku siyasetmedarên Kurd digirin bitirsîne. Ev kongreya me nîşane ye ku em têk naçin û li ser piyan in. Ev kongre nîşan dide ku gelê Kurd bi êrîşan, girtinan bêdeng name û dest ji berxwedanê bernade. Em li dijî êrîşên tunekirina Kurdan, li ser piyan in. Em bên girtin jî em ê li her derê li ber xwe bidin û em ê bigêjin azadiya xwe."
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafize Îpek jî peyama Hevserokê DBP'ê yê Amedê Ali Şimşek xwend. Şîmşek di peyamê de diyar kir ku ew ê berpirsiyariya xwe ya wijdanî, sincî û polîtîk a li dijî gelê xwe pêk bînin û tişta herî bi qîmet kesayetiya bi rûmet e. Endamê Dîwanê Musa Farisogullari jî li ser navê KCD'ê axivî û diyar kir ku ew ti carî ji nirx û rûmeta xwe tawîzê nadin.
'SÛCÊ ME XIZMETA ME YE'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî anî ziman ku ji ber operasyonên qirkirina siyasî neçar dimînin bê navber kongreyan pêk bînin û wiha got: " Çi dibe bila bile em navber nadin têkoşina xwe ya azadiyê. Hevalên me yên hatin girtin têkoşina siyaseta demokratîk meşandin. Tenê sûcê me xizmet û siyaseta demokratîk e. Hemû gelê Amedê û Kurdistanê polîtîkayên AKP'ê û derewên AKP'ê dizane. Hemû gelê Amedê û Kurdistanê xebatên şaredarî û xebaten siyasetmedarên xwe nas dike. Hemû ji ber xizmeta gel hatin girtin. Bi biryarnameyan saziyên civakî digire û rê li pêş hebûna xwe vedike. Em dixwazin pirsgirêka Kurd û Tirkiye bi siyaseta demokratîk çareser bikin.”
'AKP JI BO DESTHILATDARIYA XWE ŞER DIPARÊZE'
Yuksek, bi lêv kir ku di destpêka 2013'an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest bi riya demokrasî û diyalogê pirsgirêkê çareser bike û wiha got: "Birêz Ocalan bang li hikûmetê kir û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û diyalogê amade ye. 2 salan pêvajoya aştiyê pêş ket. Lê piştî Serokomar Erdogan derket dikê û dît ku HDP di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bi ser ket, got 'Ez maseyê nas nakim' û pêvajo xera kir. Armanca wî ew e ku bi serê xwe bibe desthilat. AKP'ê ji bo parastina desthilatdariya xwe, şer mezin kir. Herî dawî dema Mehmet Ocalan dîsa bi Ocalan re hevdîtin kir dîsa Ocalan got ez ji çareseriyê re amade me. Got ji ber geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê ez ranazêm. Dîsa hikûmet dawetî muzakereyan kir. Em dîsa bang li hikûmetê dikin ku biçin bi Îmraliyê re rûnên û şerê 40 salan bi dawi bikin.”
Yuksek, destnişan kir ku pêşketinên li Kolombiya pêk tên dikare li Tirkiyeyê jî pêş bikeve û xwest Tirkiye, Kolombiyayê ji bo xwe mînak bigire.
BANG LI PARTIYÊN KURDISTANÊ KIR
Yuksek heri dawi destnişan kir ku şer û êrîşên li Kurdistanê pêk tên ne tenê li dijî DBP'ê ne û dawî li axaftina xwe anî: "Ev polîtîkayên şer li dijî hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye. Li dijî hemû partiyên Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurdan bibin yek.”
Piştî axaftina Yuksek raporên xebat û maliyeyê hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya DBP'ê ya Amedê Rûken Emîne Akça û Zekî Baran hatin hilbijartin.