YPS: Serdarek û 24 çeteyên Qesrê hatin kuştin

YPS: Di şerê bi çeteyên Qesrê re serdarek hate kuştin. Dîsa bi giştî 20 endamên POH û 4 endamên JOH’ê hatin kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî çalakî û şerên li dijî çeteyên Qesrê daxuyanî da. YPS’ê wiha got: “Agirê berxwedanê yê li Silopiyayê ku yek ji mekanên destpêkirina berxwedana mezin a ji bo azadiya gelê me, jiyana xweser û xwerêveberiyê ye ji nû ve hate pêxistin. Tevahî şervanên YPS’ê bi moral û motîvasyonek mezin vê têkoşîna xwe didomînin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “armancên hêzên qetlîamker ên bi her cure wesayîtên zirxî, çekên giran û tankan tên qadên wek Nisêbîn, Şirnex û Geverê, ji aliyê me û raya giştî a demokratîk tê zanîn” û wiha dewam kir: “Li cihê ku derbeyan dixwe, windahiyan dide pîvanên şer ên ti carî li ber çavan negirtiye vê carê bi hê hovîtî binpê dike.

Hêzên qetlîamker ji milekî bi hilweşandina avahiyan hewl didin bi pêş ve biçin ji milê din jî bombeyên mijê davên taxan û li rêbazên pêşketinekê digerin. Di taxên ku bi dehan wesayîtên zirxî, kepçe û tankan hewl dide bikevê de bi dil û dîroka serî netewandî, stû xwar nekirî, çok neşkanandî ya ciwanên gelê me yê leheng re rû bi rû tên, derbeyên mezin dixwin, windahiyan didin û neçarî vekişandinê dimînin.”

YPS’ê wiha got: “Di şer de serdarek hate kuştin. Dîsa bi giştî 20 endamên POH û 4 endamên JOH’ê hatine kuştin, 1 endamê JOH’ê birîndar bûye, şervanekî me yê YPS’ê gihiştiye şehadetê, şervanekî me yê YPS’ê jî birîndar bûye. 3 kepçe hatine îmhakirin, kepçeyek hatiye derbkirin, 4 wesayîtên zirxî hatine îmhakirin, wesayîtek zirxî hatiye derbkirin, 2 tank hatine bêkêrkirin û 3 tank jî hatine derbkirin.”

YPS’ê têkîldarî detayên berxwedana xweparastinê jî ev gotin:

SILOPIYA

“Taxên li navenda Silopiyayê careke din ji aliyê yekîneyên me yên berxwedanê hatine girtin. Piştî çalakiya îşev saet 00.00’an bi teqandina 4 wesayîtan pêk hat de berxwedanê dîsa destpê kir. Detayên berxwedana xweparastina li vir wê piştre bên ragihandin.

NISÊBÎN

“31’ê Adarê di şerê li Taxa Alîka de POH’ek hate kuştin.

1’ê Nîsanê jî di encama sabotajê ya li hember kepçeya hewl da bikeve taxê de kepçe bêkêr bûye.

2’yê Nîsanê saet 09.00’an dema çeteyên Qesrê hewl dan bikevin taxê 2 çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin, tevî mirî û birîndarên wan hene jî hejmar nehatine zelalkirin.

3’yê Nîsanê çeteyên ku hewl dan ji aliyê nexweşxaneya kevn bikevin Taxa Şehîd Gelhat ji aliyê ciwanên me yên xweparastinê hatine rawestandin û derbkirin, kepçe vekişiyaye. Di heman rojê de saet 03.00’an dîsa dema kepçeyekê hewl da bikeve taxê bi çalakiya sabotajê bi temamî hatiye îmhakirin. Piştre wesayîtên TOMA ji bo temirandina enqazan hatine cihê bûyerê.

3’yê Nîsanê li Taxa Şehîd Gelhat dema komek çeteyên Qesrê li hewşê bûn, yekîneyên me yên parastina sivîl çalakî li dar xistine. Hejmara polîsên mirî û birîndar hê nehatiye zanîn. Dîsa li heman taxê li hember wesayîtên zirxî yên hêzên dewletê ku di nava êrîşên berfireh ên bi armanca qetlîamê berê xwe dabûn taxê, çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin. Dema wesayîtên zirxî yên Kobra û Ejder diçûn gel kepçeya îmhakirî çalakiya sabotajê hate lidarxistin, her du wesayît jî hatin îmhakirin. Tanka ku piştî çalakiyê bi nîv saetê hat jî bi çalakiya sabotajê hate bêkêrkirin. Dema piştî van çalakiyan wesayîtek zirxî ya Kobra hat cihê bûyerê dîsa yekîneyên me yên parastina sivîl çalakiya sabotajê li dar xistine û ev wesayîta zirxî jî îmha kirine. Li vir bi giştî 4 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin. Windahiyên çeteyên AKP’ê yên li vir nehatine zelalkirin.

3’yê Nîsanê di şerê li aliyê Weysika ya Taxa Koçer de dema roketavêjên SPG’ê dihatin bikaranîn, hêzên dewletê ji aliyê hêzên me hatin hedefgirtin. Piştî lêdanan 2 endamên JOH’ê hatin kuştin, JOH’ek birîndar bûye. Piştî saetên pêş dîsa şer destpê kir, hêzên dewletê bi çekên giran ketin şer û bûn hedefa yekîneyên me yên berxwedanê. Dema şer de leşkerekî bi payeya Serdar û endamekî JOH’ê hatin kuştin.

ŞIRNEX

3’yê Nîsanê di şerên li Taxa Îsmet Paşa de endamekî POH’ê hate kuştin. Dîsa di şerên heman rojê de 5 sekvanên çeteyên Qesrê jî hatin kuştin.

3’yê Nîsanê dema hêzên dewletê hewl dan bikevin Taxa Cûmhûriyetê ji aliyên yekîneyên me hatin ferqkirin, bi çekên roketavêjan ve ev çeteyên qesrê yên bi armanca qetlîamê hatine qadên bûn hedefa yekîneyên me. Piştî lêdanan encamên windahiyan nehatin hînbûn,3 ambûlans hatin cihê bûyerê, mirî û birîndar rakirin. Heman rojê dema dijmin hewl da li girê Ziyaret ê li Taxa Cûmhûriyetê tankên xwe bi cih bikin, bi çalakiya yekîneyên me yên parastina sivîl ve tankên ku derb xwarin vekişiyan. Dema çeteyên Qesrê hewl dan bikevin Taxa Gazîpaşa bi awayekî bi bandor hatine hedefgirtin, piştî lêdanan endamekî POH’ê hate kuştin.

3’yê Nîsanê di şerê li taxên Dîcle û Cûmhûriyetê de 3 sekvanên polîs hatine kuştin. Dîsa di encama lêdanên yekîneyek me ya li der dora Walîtiyê de endamekî POH’ê hatiye kuştin.

2’yê Nîsanê li Taxa Gazîpaşayê şervanê me yê YPS’ê Şoreş Goyî şehîd ketiye. Agahiyê bi detay wê piştre bên dayîn.

4’ê Nîsanê di çalakiya li hember wesayîtek zirxî ya Kobra de wesayît hate îmhakirin. Di heman rojê de di çalakiya sabotajê ya li hember kepçeyek li Taxa Dîcleyê di nav tevgerê de jî ev wesayît jî îmha bûye.

3’yê Nîsanê sekvanekî çeteyê Qesrê yê li der dora nexweşxaneya kevn a li Taxa Dîcleyê, piştî lêdanên yekîneyên me yên parastinê de hatiye kuştin. Dîsa di şerên li heman taxê de endamekî din ê POH’ê hatiye kuştin. 4’ê Nîsanê piştî çalakiyên bi roket ên li hember tankên hatin taxê jî her du tankan jî bi derbxwarinê vekişiyane. Ji 4’ê Nîsanê ve li ser Taxa Dîcleyê bombeyên mijê tên barandin.

4’ê Nîsanê li Taxa Îsmet Paşayê kesên ku çeteyên Qesrê koordîne dikin hatin hedefgirtin. Di heman rojê de di çalakiya sabotajê ya li hember tankek hewl dida bikeve taxê de tank bi derbxwarinê vekişiyaye.

5’ê Nîsanê danê sibehê di çalakiya yekîneyên me ya li hember mala polîsan a Bahçelîevlerê de 2 endamên POH’ê hatin kuştin, wesayîtek zirxî ya Akrep jî derbe xwar.

GEVER

3’yê Nîsanê saet 15.00’an dema komek JOH’ê hewl dan ala ku yekîneyên me daliqandî daxin hatin hedefgirtin, li vir endamekî JOH’ê û 4 endamên POH’ê hatin kuştin. Her wiha gelek ambûlansan jî birîndar rakirine. 4’ê Nîsanê saet 11.00-12.00’an hêzên Qesrê yên ji Cadeya Baroyê hewl dan bikevin Taxa Cûmhûriyetê bûn hedefa çekên ferdî, hem jî bûn hedefa çalakiya sabotajê. Piştî çalakiya sabotajê ya ku tankek bêkêr bû, her çiqasî demekê şer berdewam kiribe jî dijmin ji neçarî vekişiyaye. Di vî şerî de endamekî me yê YPS’ê birîndar bûye.

Li Micîş, Sinova, Tabûra Efeler û rêya Alaya Şemzînanê dijmin tank bi cih kirine. Di heman demê de hatiye dîtin ku çeteyên Qesrê ji bo bikevin taxan bi hilweşandina malan hewl didin ji bo xwe rê vekin. Li hember van hewldanan jî yekîneyên me yên parastina bersivên pêwîst dide, ji ber vê jî hêzên qetlîamkar nikarin bi pêş ve biçin.”