YPS: Her kesên ku ji bo kuştina ciwanên me tên hedefa me ne

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku 3 rojên dawî li Nisêbîn, Gever û Şirnexê 7 POH û 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, di şer de 4 şervanan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de têkîldarî nasnameyên 4 şervanên li Geverê di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane agahî hatin parvekirin.

Koordînasyona giştî ya YPS’ê ragihand ku Hêzên dewletê bomberdûmanên xwe yên li ser qadên berxwedanê û şer bi taybet jî li ser taxên ku nikarin bi pêş de biçin bê navber didomin.

Di daxuyaniya YPS’ê de wiha hat gotin: “Li dijî operasyonên qetlîamê yekîneyên me yên parastinê bi lehengî şer dikin, digihêjin şehadetê û di nav şehîdên sembol ên jiyana xweser de cihê xwe digirin. Ev şehîdên me yên destanî, lehengên gelekî serî natewîne, çokan naşkîne, pêşengên serdema nûjen in, qehremanên nifşên xwe ne.”

‘HER KESÊN KU JI BO KUŞTINA CIWANÊN ME TÊN HEDEFA ME NE’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ji bilî cenawirên faşîst ên bi pereyekî mezin tên kuştina mirovan, dewlet ji derveyî memûrên bi pere yên fermî, ji bo karibe Kurdan bi hev bide şkandin ketiye nav hewldanek taybet û cerdevanan dixe meriyetê. 

Koordînasyona YPS’ê di berdewama daxuyaniyê de ev hişyarî kirin:

“Wek me berê jî diyar kiribû ku li hember ti hêzên êrîşê me nakin wê ti hewldanên me li dij çênebe. Lê, her kesên ku îradeya gelê me nas nekin, li gel hêzên tarî cih bigirin û werin ciwanên me qetil bikin wê bibin hedefa me ya yekem.”

YPS’ê ragihand ku çeteyên Qesrê yên hewl dan li taxa Cûmhûriyet a Geverê bi pêş ve biçin mizgeftek şewitandin, malên li ser rêya xwe jî dişewitînin.

YPS’ê bîlançoya şerên 3 rojan jî parve kir û ev agahî dan:

“Di encama şerê 3 rojan de 7 endamên POH hatin kuştin, 7 POH birîndar bûn, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 4 wesayîtên zirxî hatin derbkirin, pêgerek keşfê ya Drone jî hate xistin. 4 şervanên me yên bi lehengî şer kirin jî gihiştin şehadetê, şervanekî me birîndar bû. Her wiha nasnameyên 4 şervanên me yên di paşerojê de li Geverê gihiştine şehadetê jî zelal bûne.”

YPS’ê têkîldarî şer û berxwedanên li Nisêbîn, Şirnex û Geverê ev agahî parve kirin:

NISÊBÎN

31’ê Adarê saet 15.30’an wesayîtek zirxî ya Ejder dema ji bo operasyonê hate taxa Elîka ji aliyê ciwanên me yên parastina taxê hate derbkirin. Têkîldarî mirî û birîndarên çeteyên Qesrê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Medyaya şerê taybet encama çalakiya me ya sabotajê ya roja 31’ê Adarê wek 2 tîmên taybet ên mirî û 7 ên birîndar dabû. Di nav van de yên di nav medyaya şerê taybet de cih digirin jî hene. 
  
1’ê Nîsanê piştî nîvro di encama lêdana yekîneyên me yên parastina sivîl ên li piştî nîvro li aliyê Weysîkayê, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Dîsa di heman qadê de çeperek wan a doçka jî hate îmhakirin.

Cerdevanên ku bi armanca qetlîamê bi hêzên dewletê re êrîşî taxan dikin ji gundên girêdayî navçeya Mehsertê ne. Navê van gundên girêdayî Mehsertê wiha ne: Risînê, Bêrtî, Mermarê û Fafê. Her wiha cerdevanên girêdayî navçeya Medyadê yên gundê Mêgrê jî tevlî operasyonan dibin. Navê cerdevanên gundê Fafê wiha ne: Selam Yuksel, Seyfî Tûran û Hasan Gunduz (Sercerdevanê gundê Fafê ye). Navê cerdevanên gundê Mêgrê yê girêdayî navçeya Midyadê wiha ne: Reşît Agirman, Eshed Akpinar, Hasan Yeşîlmen, Kasim Akyuz, Celal Acar, Şukru Apûk û Zîdo Agirman (Sercerdevan e).
Tevî ku cerdevanên gundê Bêrtî çek danîne jî tevlî operasyonan tên kirin.

Ji tiştên ku tên serê kesên di nav çeteyên AKP’ê de cih digirin, êrîşî nirxên gelên me dikin wê ew bi xwe û kesên ku wan ji bo hêviyên xwe yên herî qirêj ên dîrokê dixebitînin wê berpirs bin.

NAVENDA ŞIRNEXÊ

Di şerê ku 30’ê Adarê li taxa Dîcle di navbera yekîneyek me ya parastinê û POH’ê de derket de 2 POH hatin kuştin. 

1’ê Nîsanê pîştî nîvro dema tankekê xwest bikeve taxa Dîcleyê bû hedefa ciwanan. Tanka ku derbe xwar ji cihê bûyerê vekişiya.

2’yê Nîsanê danê sibehê pêgerek keşfê ya Drone li Taxa Dîcleyê hate xistin.

31’ê Adarê danê êvarî di encama çalakiya yekîneyê me yê parastinê ya li Taxa Yenî de POH’ek hate kuştin.

31’ê Adarê dema wesayîtek zirxî ya Kobra li aliyê Emniyeta Kevin a Taxa Bahçelîevlerê ket taxê bû hedefa ciwanên parastina taxê. Hate dîtin ku ev wesayîta zirxî di encama derbeyan hate bêkêrkirin.

31’ê Adarê di encama lêdanên yekîneyek me ya parastinê ya li Taxa Cûmhûriyetê de POH’ek hate kuştin.
Ev 3 rojên dawî dijmin dixwaze bikeve Bayindirligê. Li vir di navbera yekîneyên me û hêzên dewletê de şer qewimî. Piştî vî şerî ketina hêzên qetlîamker a vê mintiqayê hatiye astengkirin.

Şervanê me yê YPS’ê Tolhildan 30’ê Adarê, Botan Nûsaybîn jî 1’ê Nîsanê gihiştine şehadetê. Sicîlên bi detay wê piştre bên dayîn.

GEVER

30’ê Adarê bi 2 şervanên me yên YPS’ê re têkîliyên me qut bûne. 31’ê Adarê piştî nîvro saet 15.30’an hate fêmkirin ku 2 şervanên me li qadên dijmin mane. Piştî şerê bi çeteyên qesrê ya nêzî 2 saetan, şervanekî me şehîd ketiye, ji şervanê me yê bi navê Rûbar jî agahî nehatiye girtin.

Sîcîle şervanê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Mehmet Salîh Akar
Navê Dayik: Kiymet 
Navê Bav: Lutfu 
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Tarsûs-Mersîn/1997 
Dîroka Şehadetê: 31’ê Adarê

1’ê Nîsanê sekvanekî çeteyê qesrê ji aliyê ciwanan di avahiyekê de hatiye asêkirin û hatiye kuştin.

1’ê Nîsanê dema dijmin ji aliyê Kûrûkoyê hewl da bikeve Taxa Cûmhûriyetê rastî berxwedana yekîneyên me yên parastinê hatine. Di çalakiya sabotajê ya li hember wesayîtek zirxî de wesayît hate derbkirin, hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. 

1’ê Nîsanê yekîneyên me yên parastinê li hember avahiyeke ku çeteyên AKP’ê girtine ji 6 baskan çalakî li dar xistin, di heman demê de avahiyên li derdor jî hatine hedefgirtin. Di şer de ji bo rakirina polîsên mirî û birîndar 3 ambûlans hatine cihê bûyerê. 2 şervanê YPS’ê yê di koma êrîşê birîndar bûne, piştre ji van şervanekî me şehîd ketiye. Sicîla şervanê mey ê YPS’ê wiha ye:

Nav û Paşnav: Bawer Ozbay
Navê Dayik: Bilsan
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Amed/1999 
Dîroka Şehadetê: 1’ê Nîsanê

Bomberdûmanên hêzên dewletê bi awayekî zêde didomin. Cih bi cih şer jî diqewimin. Mirî û birîndarên dijmin zêde ne, lê agahî nayên zanîn. Dijmin li Taxa Cûmhûriyetê mizgeftan dişewitînin, li taxa Gungorê jî li cihê ku bi pêş ve diçe malan dişewitîne. Dijmin ji qereqola Sîneva ji aliyê Mîçîçê, nuqteya kontrolê ya Şemzînanê, ji tabûra Efeler, Alaya Geverê û ji pişt gundê Payla, ji pişt gundê Sekran bi tankan bi awayakî zêde li ser taxên di bin kontrola hêzên YPS’ê de bombeyan dibarîne. Li taxên Orman, Kişla û Dizê jî şerên dijwar diqewimin.

Nasnameyên şervanên me yên di dîrokên cuda de gihiştine şehadetê wiha ne:

Nasnav:Karker Birîndar 
Nav û Paşnav:Vahît Sevîm
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav:Nazdar – Mehmet
Dîroka Şehadetê: 18’ê Adarê

Nasnav:Rojevîn Garzan
Nav û Paşnav:Evîndar Kiliçarslan
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik û Bav:Sureyya – Îkram
Dîroka Şehadetê: 18’ê Adarê

Nasnav:Koçerîn Adar
Nav û Paşnav:Kader Çoban
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik û Bav:Kesra – Husnu
Dîroka Şehadetê: 20’ê Adarê

Nasnav:Armanc Azadî
Nav û Paşnav:Selman Akin
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik û Bav:Naile – Nayir
Dîroka Şehadetê: 20’ê Adarê