YPS’ê nasnameyên 4 şervanên xwe eşkere kir

YPS’ê nasnameyên 4 şervanên xwe yên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Di daxuyaniya YPS’ê de hate diyarkirin ku şervanên wan Selîm Tekîn (Mazlûm Pîrdogan) ê li Stewra Mêrdînê ji dayik bûye û Yilmaz Kalan (Yilmaz Tolhildan) ê li Sêwerega Rihayê ji dayik bûyê bi şerekî lehengî jiyana xwe ji dest dane.

YPS’ê her wiha da xuyakirin ku şervanên wan Sevîm Arzû (Hebûn Silopî) a li Silopiyayê ji dayik bûye û ji Sêrtê Mazlûm Eren (Gelhat Botan) jî di encama qezayek li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane.