YPS’ê bîlançoya Nisêbînê eşkere kir

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê detayên çalakiyên li Nisêbînê yên li dijî hêzên dewleta Tirk eşkere kir.

YPS’ê diyar kir ku di van 2 rojên dawî de gelek tîmên taybet hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku çalakiyên li hember êrîşên li dijî Nisêbînê dewam dike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çalakiyên li hember wesayîtên zirxî yên her tim dixwazin bikevin taxê tên lidarxistin, pêşketina dijmin û hilweşîna malên gelê me asteng dike. Hejmarên hatine zanîn an jî hînbûn ên polîs û kontrayên faşîst ên qetlîamker ên hatine kuştin bi raya giştî re tê parvekirin. Encamên zelal ên gelek çalakiyên me ji ber şertên şer bi awayekî bi detay nayê tespîtkirin.”

Di daxuyaniya YPS’ê de ev hate diyarkirin: 

“Çeteyên Qesrê yên faşîst pişta xwe bi teknîka leşkerî girêdidin, ji bilî ji dûr ve bi çekên giran texrîbkirina erdnîgariya me ti hebûnek din nikarin nîşan bidin. Ewladên egîd ên gelê me yê leheng bi baweriyek mezin, fedakarî û coşekê parastina nirxên ku bi berdêlên mezin derketine holê didomiînin. Têkoşîna di vê oxirê de tê dayîn, hê ji serî de serkeftina mezin bi xwe re tîne.”
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî encamên şer û çalakiyên 2 rojên dawî yên li Nisêbînê ev agahî parve kirin:

14’Ê NÎSANÊ

14’ê Nîsanê saet 18.00’an yekîneyên me yên parastina sivîl li hember kepçeyek zirxî ya hewl da bikeve Taxa Şehîd Gelhat bi roketan çalakî li dar xistine, kepçe hatiye îmhakirin û 2 tîmên taybet ên tê de hatine kuştin. Enqaza kepçeya îmhabûyî piştî rojekê ji cihê bûyerê hatiye rakirin.

14’ê Nîsanê danê nîvro dema tankek ket Taxa Kanîka ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê ve bi roketan hate hedefgirtin. Di encam de tank bêkêr bûye. Kepçeya xwest bikeve heman taxê jî bi roketan hate hedefgirtin, piştî derbexwarinê vekişiya.

15’Ê NÎSANÊ

15’ê Nîsanê dema kepçeyek zirxî kete Taxa Şehîd Gelhat bi çekên ferdî ve ji aliyê yekîneyek me ya YPS’ê ve hate hedefgirtin û hatiye derbkirin. Ev kepçeya derb xwariye neçarî vekişandinê ma. Di heman rojê saet 10.00’an tîmekî taybet jî ji aliyê yekîneyên me hatiye kuştin. 

15’ê Nîsanê danê nîvro komek tîmên taybet dema hewl dan ji ser rêya Çaxçaxê bikevin Taxa Koçer ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê çalakiyek hate lidarxistin. Her çiqasî hejmara mirî û birîndarên tîmên taybet zêde bin jî hejmarek zelal nehate bidestxistin. Piştre hêza operasyonê ya din jî vekişiya.

15’ê Nîsanê danê nîvro dema kepçeyekê li ser rêya Çaxçaxê hewl da malekê hilweşîne ji aliyê yekîneyên me hate hedefgirtin. Ev wesayîta piştî derbexwarinê vekişiya. Her wiha saet 16.00-17.00’an çeteyên Qesrê yên bi wesayîtên zirxî hewl dan bikevin rêya Çaxçaxê bûn hedefa yekîneyên me yên YPS’ê. Bi derbkirina wesayîta zirxî ev hêza operasyonê vekişiyaye.
15’ê Nîsanê saet 17.00’andema tîmekî taybet doçka bi kar anî bû hedefa yekîneyên me yên YPS’ê, hate tespîtkirin ku doçka hatiye îmhakirin.

15’ê Nîsanê piştî nîvro li hember komek tîmên taybet ên li Taxa Koçer ketin malekê çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Lê, encama rewşa mirî û birîndaran ên çalakiyê nehat zanîn. Piştî wê rojekê saet 08.00’an vê carê jî tankekê xwest bikeve taxê, tanka ku di encama çalakiya sabotajê de derb xwar vekişiya.