Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi daxuyaniyek nivîskî encamên şer û çalakiyên li Nisêbîn û Şirnexê bi raya giştî re parve kir.
YPS’ê da xuyakirin ku cenazeyên 40 tîmên taybet ên li Şirnexê hatine kuştin di bin kontrola wan de ne.
YPS’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku çalakiyên berxwedana xwerêveberiyê li Nisêbîn û Şirnexê didomin.
Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê de wiha hate gotin: “Duh bi raya giştî re hatibû parvekirin ku çeteyên Qesrê li Şirnexê êrîşên giran pêş xistibûn û bi berxwedaneke mezin ve windahiyên mezin dabûn. Şerên dijwar û bomberdûmanên hewayî yên hêzên qetlîamker li Şirnexê dewam dike.”
YPS’ê têkîldarî şer û çalakiyên li Nisêbîn û Şirnexê de ev detay parve kirin:
NISÊBÎN
15’ê Nîsanê li Taa Koçerê di encama çalakiyên yekîneyên me yên YPS-JIN’ê de tîmekî taybet hate kuştin. Dîsa piştî rojekê li heman cihî pêgerek hewayî ya Drone ji aliyê yekîneyên me hatiye xistin. Ev pêgera keşfê di dest yekîneyên me de ye. Li Taxa ku şer dewam dike, bomberdûmanên dijmin ên bi tank, obus , hewanan didome.
ŞIRNEX
15’ê Nîsanê li ser cadeya Bahçelîevlerê di encama çalakiya yekîneyên me yên YPS’ê de wesayîteke zirxî ya Kobra bêkêr bûye, 3 çeteyên Qesrê jî hatine kuştin. Di heman rojê de li derdora Emniyeta kevin dema çeteyan hewl dan bikevin malekê ji aliyê yekîneyên me ve hatin hedefgirtin, 6 çeteyên Qesrê hatine kuştin, yek jî birîndar bûye.
CENAZE DI BIN KONTROLA ME DE NE
16’ê Nîsanê li derdora Walîtiyê wesayîteke zirxî ya Kobra ji aliyê yekîneyên me hatiye îmhakirin. Lê, têkîldarî hejmarek zelal a mirî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin. Agahiyên ku bêne zelalkirin wê piştre bi raya giştî re bêne parvekirin. Ev 2 roj in li Taxa Bahçelîevlerê şerên giran diqewimin. 2 roj in li ser Taxên Gumuştepe û Yeniyê hêzên dewleta qetlîamker bi awayekî dijwar bombeyan dibarîne. Agahiyên bi detay wê piştre bêne parvekirin. Di çalakiya li Taxa Îsmetpaşayê ya 15’ê Nîsanê ku bi raya giştî re hatibû parvekirin de di encama teqandina 3 avahiyan de herî kêm 40 çeteyên Qesrê mirin, gelek çete jî birîndar bûn. Cenaze di bin kontrola yekîneyên me yên YPS’ê de ne.”
NASNAMEYÊN 2 ENDAMÊN YPS’Ê HATIN EŞKEREKIRIN
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniya nivîskî de nasnameyên 2 endamên YPS’ê yên li Şirnexê 10-15’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da jî eşkere kir. Nasnameyên endamên YPS’ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Hebûn Azad / Bedrettîn Işik / Dayik: Mesûde – Bav: Mashar / Cihê Jidayikbûnê: Nisêbîn / Li Silopiyayê gihişt şehadetê.
Tûfan Amed / Baran Kaval / Dayik: Havva – Bav: Ramazan / Cihê Jidayikbûnê: Amed