YPS: Bi dehan tîmên taybet hatin kuştin
YPS'ê diyar kir, dewlet hejmara kuştiyên xwe vedişêre û ev 3 roj in li Şirnexê bomberdûman dewam dike. Yekîneyên Parastina Sivîl da zanîn, ku li Nisêbînê bomberdûman, li Geverê jî şer giran e.
YPS'ê diyar kir, dewlet hejmara kuştiyên xwe vedişêre û ev 3 roj in li Şirnexê bomberdûman dewam dike. Yekîneyên Parastina Sivîl da zanîn, ku li Nisêbînê bomberdûman, li Geverê jî şer giran e.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, ku dewleta Tirk hejmara kuştiyên xwe vedişêre. YPS'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, dewleta Tirk bi ti awayî li gorî hiqûqa şer, li gorî pîvana şer, li gorî rêbaza şer tevnagere.
YPS'ê bibîr xist ku roja 15'ê Nîsanê li Şirnexê 40 tîmên taybet hatin kuştin, lê dewleta kuştiyên xwe eşkere nake. YPS'ê li ser bomberdûman û şerê li Nisêbîn, Şirnex û Geverê jî agahî da.
Di daxuyaniya Kordînasyona Giştî ya YPS'ê de hat gotin, "Ji aliyê me û raya giştî ya demokratîk ve bi awayekî zelal hatiye dîtin, ku çalakiyên roja 16'ê Nîsanê yên li Şirnexê ji aliyê medya şerê taybet ve hatine veşartin. Ev hêzên faşîst ên qetlîamker, çawa ku operasyonên tarî dimeşînin, encamên van hewldanên xwe jî vedişêrin. Zîhniyeteke ku ti eleqeya xwe bi gel, bi civakê, bi pîvanên civakî re tinebe, rêbazên xwe jî wê tarî be. Şerê niha diqewime û polîtîkayên taybet ên li herêmê tên meşandin bi ti pîvanî nikarin bên ravekirin. Di heman demê de li hiqûqa şer, li pîvana şer, li rêbaza şer jî nayê."
LI NISÊBÎNÊ BOMBERDÛMAN, LI GEVERÊ ŞER
YPS'ê da xuyakirin, ku di serî de taxa Yenî, li hemberî hemû herêmên Şirnexê yên şer lê hene, ev 3 roj in bi tank û topan bênavber bomberdûman tê kirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li Nisêbînê jî taxê di bin kontrola yekîneyên me de ne bi tank, hawan û çekên giran tên bombekirin. Şerê li Nisêbînê bi dijwarî dewam dike. Li taxa Esentepe ya Geverê jî car carna şerekî dijwar diqewime. Der barê vî şerî de wê piştre agahiyên berfireh bên dayîn. Piştî şerê duh ê li taxa Mesûdava ya Geverê, qereqolên li derdora navçeya Geverê bombe li vê herêmê barandin."
DAXUYANIYA YPS'Ê YA LI SER ŞIRNEXÊ
Kordînasyona YPS'ê li ser Şirnexê jî ev agahî da:
MIRINA 40 TÎMÊN TAYBET
"Li Şirnexê, roja 15'ê Nîsanê li taxa Îsmet Paşa, li dijî 3 xaniyên çeteyên qesrê lê bi cih bûbûn, yekîneyên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de her sê xanî hilweşiyan û 40 polîsên POH'ê mirin. Piştî teqînê komek ji endamên POH'ê xwestin dest li cihê bûyerê werdin û ew jî bûn hedefa yekîneyên me. Li vir jî bi zelalî hat tespîtkirin ku 20 endamên POH'ê hatine kuştin. 2 tank piştre ji bo destwerdanê hat tankê û di encama derbên bi bandor de yek ji van tankan îmha bû, ya din jî derb xwar. Li hemberî çeteyên qesrê yên xwestin bikevin hundirê xaniyên din çalakî hat lidarxistin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyên qesrê yên li vir nehat zelalkirin. Cenazeyên çeteyên qesrê roja bûyerê heta saet 23:00 di bin kontrola me de man. Çeteyan ji bo rakirina cenazeyan bi tank û hawanan êrîş kirin. Di şerekî din ê heman rojê de 4 endamên POH'ê hatin kuştin. Li taxa Îsmet Paşa ya Şirnexê di encama şer û çalakiyan de 64 endamên JOH û POH hatin kuştin.
12 ENDAMÊN DIN ÊN JOH'Ê HATIN KUŞTIN
Li taxa Cûmhûriyetê jî çeteyên qesrê dema xwestin bikevin hundirê malekê, bûn hedefa yekîneyên me. Bi çekên fermî derbên xurt li çeteyan hatin xistin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Li heman taxê 2 endamên JOH'ê di encama lêdana yekîneyên me yên parastina sivîl de hatin kuştin.
Roja 15'ê Nîsanê, tîmên taybet xwestin bi maşînên zirxî bikevin nava taxa Bahçelîevlerê û bûn hedefa yekîneyên me. Di encama çalakiya li vir de maşîneke zirxî ya bi tîpa akreş hat rûxandin, 2 endamên JOH'ê hatin kuştin. Her wiha di encama çalakiyeke din de endamekî JOH'ê hat kuştin. Maşîneke zirxî ya bi tîpa kobra hat dest li herêmê werde, ew jî bû hedefa hêzên me. Di encama lêdana derbên xurt de, vê maşîna zirxî ji neçarî xwe vekişandiye. Heman rojê, endamekî POH'ê yê li ser banê xaniyekî çeka roketê bi kar danîn, hat kuştin.
18'ê Nîsanê komek ji endamê JOH'ê yên li aliyê wargehê, bi çekên giran hedef hat girtin. Li vê derê endamekî JOH'ê hat kuştin. Heman rojê, çeteyên li aliyê emniyeta berê diketin nava malekê bûn hedefa çalakiya bi roketan a yekîneyeke me. Li vir 5 çeteyên qesrê hatin kuştin. Piştî çalakiyê ambûlansan kuştî û birîndar rakirin.
18'ê Nîsanê danê sibehê, li hemberî kepçeyek û maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep ên li kolana bingehîn a taxa Bahçelîevlerê bi pêş de diçûn, bûn hedefa çalakiya hêzên me. Di encama lêdana derbên xurt, her du maşîn neçar man vekişin.
NASNAMEYÊN ENDAMÊN YPS'Ê YÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
Endamê me Dewran Zîlan di 10'ê Nîsanê de bi xurtî li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Nasnameya endamê me bi vî rengî ye: Dewran Zîlan / Serhat Akpolat / Dayik: Halîse - Bav: Kemal / Ji dayikbûn: Mûş
Endamên me Sefkan (Mehmet Gul) di 15'ê Nîsanê de, Êrîş Sêrt jî di 18'ê Nîsanê de li Şirnexê şehîd ketin. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameyên wan wê piştre bên eşkerekirin."