YPS: Berxwedanan me bi biryardarî berdewam dike
YPS’ê bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê di kolanan de şer dikin, li dijî kesên ku heyîna Kurdan tine dihesibînin û êrîşî canê wan dikin, şerê ku ala berxwedanê bilind dike berdewam dikin.
YPS’ê bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê di kolanan de şer dikin, li dijî kesên ku heyîna Kurdan tine dihesibînin û êrîşî canê wan dikin, şerê ku ala berxwedanê bilind dike berdewam dikin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, bîlançoya şerên 3 rojan ê li Gever û Nisêbînê berdewam dikin eşkere kir.
Di daxuyaniya YPS’ê de hat diyarkirin ku li hember êrîşên hêzên dewletê berxwedana wan bi biryardarî berdewam dike û wiha got: “Ne wesayîtên zirxî, ne pêgerên keşfê, êrîşên hewayî û ne jî çeteyên DAÎŞ, endamên POH, nikarin berxwedana gelê me bişkînin, her roja ku diçe şervanên em yên berxwedanên mînakên qehremantiyê radixin ber çavan, li dijî çeteyên ku dixwazin bi pêş ve werin û qetlîaman pêk bînin berxwedaneke mezin didin û windahiyan didin dijmin.”
YPS’ê destnişan kir ku hêzên berxwedanê yên jin jî bi awayekî aktîf di çeperan de cihê xwe digirin û berpirsiyartiyên dikevin li ser milên wan bi azweriyekî mezin pêk tînin û bi bawerî şer dikin.
YPS’ê bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê di kolanan de şer dikin, li dijî kesên ku heyîna Kurdan tine dihesibînin û êrîşî canê wan dikin, şerê ku ala berxwedanê bilind dike berdewam dikin.
YPS, di şerê 3 rojan de “Hêjmara kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê nehatin zelalkirin, di şer û çalakiyan de 1 POH û 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin, 2 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin, 2 çeperên doçkayê jî hatin îmhakirin, 1 kepçe hat derbkirin û pêgerek keşfê hat xistin.”
Koordînasyona YPS’ê têkildarî rewşa Gever û Nisêbînê ev agahî parve kir:
NISÊBÎN:
29’ê Adarê saet 15:00’an de komek ji endamên POH ên ku ji aliyê Weysîka ya Taxa Koçer dema ku xwestin bikevin 2 malên cuda, yekîneyên me yên parastina sivîl çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Ji koma ku ji 7 endamên POH’ê pêk dihatin li gorî hat zelalkirin 1 POH hat kuştin, têkildarî kuştî û birîndarên koma din ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
29’ê Adarê saet 13:00’an de dema ku çeteyekî DAÎŞ’ê ji aliyê Weysîka ya Taxa Koçer ve ji malekê derket, bû hedefa yekîneyên me, di encama çalakiyê de çeteyê DAÎŞ’ê hat kuştin.
28’ê Adarê li Taxa Elîka dîsa çeteyekî DAÎŞ’ê ji aliyê şervanên YPS-Jin ve hate hedefgirtin û di encamê de hat kuştin.
29’ê Adarê saet 10:00’an de li Taxa Elîka ji aliyê yekîneyên YPS-Jin ve pêgerek keşfê hat xistin.
29’ê Adarê saet 16:00’an de li Taxa Elîka dema ku wesayîtekî zirxî ya Kobra û wesayîta zirxî ya Ejder xwest bikevin taxê ji aliyê yekîneyên parastina sivîl ve çalakiyek a sabotajê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kobra hat îmhakirin û wesayîta zirxî ya Ejder jî hat derbkirin.
29’ê Adarê li Taxa Elîka dema ku kepçeya xwest bikeve taxê ji aliyê hêzên parastinê ve hat hedefgirtin, kepçeya ku hat derbkirin vekişiya.
30’ê Adarê 2 çeperên doçkayê yên hêzên dewletê ku li ser avahiyên bilind hatibûn danîn ji aliyê hêzên me ve bi awayekî bi bandar hatin hedefgirtin û ev çeper bêkêr bûne.
GEVER:
Bi awayekî dijwar Taxên Cûmhûryet û Bungor tên bomberdûmankirin. Hêzên dewletê nikarin gavekê jî bi pêş ve werin û li cihê xwe rawestiyane. Agahiyên hê berfirehtir wê piştre werin parvekirin.”